Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Posofê ya parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê destê sibehê erdhejeke bi hêza 4,1 pileyan çêbû.
Li gorî zanyariyên destpêkê, ji ber erdhejê ti rewşên neyînî çênebûne.
Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku erdhej saet 07:07an çêbûye û navenda wê navçeya Posofê ye.
AFADê eşkere kir ku mezinahiya erdhejê 4,1 pile ye.
Rayedaran diyar kir ku piştî erdhejê ew pêşhatên li herêmê dişopînin.
Li ser zererên canî û madî ti agahî nehatine dayîn.



