Hewlêr (Rûdaw) - Duran Kalkan li ser pêvajoya çareseriyê got, “Bi saya pêvajoya aştî û civaka demokratîk karîn herin tûrnûvaya Kupaya Cîhanê lê ji ber zextên nîjadperest, neteweperest û şovenîst bêyî ku golekê jî biavêjin hatin derxistin.”
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan, Duran Kalkan ji televîzyona Medya Haberê re li ser "pêvajoyê" û guhertinên qanûnî yên ku tên çaverêkirin nirxandinên berfireh kirin.
Duran Kalkan diyar kir ku nêrînên wan ên li ser naveroka qanûnê hîn nehatine wergirtin û pêvajo bi qestî tê hêdîkirin û got:
"Hatibû gotin ku piştî cejnê dê qanûneke çarçoveyê ya ji 7-8 xalan pêk tê were rojeva parlamentoyê û metn dê pêşkêşî Rêber Apo were kirin.
Em dizanin ku Rêber Apo derbarê naveroka qanûnê pêşnûmeyeke nivîskî pêşkêş kiriye û DEM Partiyê jî amadehiyên xwe bi AK Partî û Serokê Parlamentoyê re parve kirine.
Lê tevî ku ew qas dem derbas bûye jî hîn metneke şênber a ku bi raya giştî re hatibe parvekirin nîne.
Em jî li benda vê metnê ne ku nêrînên xwe bînin zimên.
Ev asta derengketin û nepenîtiyê bi cidiyeta pêvajoyê re nagunce."
Duran Kalkan destnîşan kir ku nêzîkatiya tevgerê ya li hemberî pêvajoya çareseriyê ne têkiliyeke berjewendiyê ya pragmatîk e, tercîheke stratejîk e û li pey çû:
"Bila em vê yekê bi zelalî destnîşan bikin, em vê pêvajoyê ji bo dewletê yan jî ji bo rizgarkirina desthilata AK Partiyê nameşînin.
Em xwedî li vê rêyê derdikevin ji ber ku em bi rastbûna wê û paşeroja demokratîk a gelan bawer dikin.
Rêber Apo ev pêvajo wekî pêvajoya têkoşînê pênase kir û em jî tevlî vê biryarê bûn.
Hinek derdor li bendê ne ku PKK vegere serdema berê lê ev bendewariyeke vala ye.
Me guhertina xwe pêk anî; ev têkoşîna ku em ji bo demokratîkbûn û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurdan dimeşînin, ne bendewariya lutfekê ye, parçeyeke stratejiya me ya azadiyê ye."
"Xeta me ya sor azadiya Rêber Apo ye"
Kalkan da zanîn ku ji bo bipêşveçûna pêvajoyê pozîsyona Abdullah Ocalan gelekî girîng e û eşkere kir ku helwesta tevgerê ya li ser serokê dan û standinan zelal e û got:
"Me Rêber Apo wekî serokê dan û standinan diyar kir.
Ev 14-15 meh in helwesta me zelal e, mifteya her tiştî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.
Eger qanûna ku dê derkeve şert û mercên jiyan û xebata azad a Rêber Apo li xwe bigire, dê qîmetê bibîne.
Eger ne wisa be, li gorî biryara kongreya me, gelê me û tevgera me dê bi erênî li vê yekê nenêrin. Ev xeta me ya sor e."
Duran Kalkan daxuyaniya encamnameya Civîna Encumena Ewlehiya Neteweyî (MGK) ya 18ê Hezîranê bi tundî rexne kir û diyar kir ku desthilata AK Partiyê û dewletê di gotara "têkoşîna li dijî terorê" de ti guhertin nekirine û anî ziman:
"Daxuyaniya MGKyê wekî ku ya beriya bi salan be ye.
Rastiya ku PKKyê xwe fesix kiriye û veguheriye tê piştguhkirin.
Di şêwazê de jî ti nûbûn nînin. Tê fêmkirin ku hinek kes dixwazin 'PKKya kevn' berdewam bike û ji ser vê yekê rantê bi dest bixin.
Lê em bi biryar in, veger ji bo PKKya kevn nabe, yên ku naguherin ne em in, dewlet bi xwe ye ku hişmendiya xwe naguherîne."
Nîqaşên danîna çekan
Kalkan bal kişand ser nîqaşên "danîna çekan" û "rehabîlîtasyonê" yên ku di kanalên nûçeyan de gelek caran cih digirin û îdia kir ku rûdanên li qadê bi van nîqaşan re nakok in.
Kalkan destnîşan kir ku gerîla di pozîsyona parastinê de ye lê mekanîzmayên "şerê taybet" ên dewletê didomin û karesata malbatî ya li Êlih û Şemzînanê wekî mînak nîşan da û got:
"Behsa rehabîlîtekirina me dikin, em her kêlî bi civakê re li hev dikin.
Bila ew li rewşa wan pêkhateyên ku bi xwe birêxistin kirine, zextê li civakê dikin û dîn dibin binêrin.
Tiştên ku li Şemzînan û Êlihê qewimîn li holê ne.
Çeteyên cerdevanan nahêlin mirov herin zozanan, ajelên wan dikujin.
Niha ew çawa dikarin ji gerîlayekî re bibêjin 'çekê xwe deyne û biçe Şemzînanê, biçe Bedlîsê'?
Dema ku malbata wî di bin zexta cerdevanan de be, ew gerîla çawa dikare bêçek vegere wê derê?
Dema ku mekanîzmaya şerê taybet a dewletê didome, ev daxwaz ne cidî ne."
"Dixwazin hişmendiya Tirkî li keçên Kurd ferz bikin"
Kalkan bal kişand ser bûyerên Gulistan Doku û Rojîn Kabaîşê jî û destnîşan kir ku pêkanînên "şerê taybet" ên li hemberî jinên ciwan ên li herêmê zêde bûne.
Kalkan paşxaneya kampanyayên "Haydî Keçno Dibistanê" rexne kir û got:
"Dixwazin di şûna Kurdî de hişmendiya Tirkî li keçên Kurd ferz bikin. Em alîgirê perwerdeya bi Kurdî ne.
Tiştên ku ji Dêrsimê heta Wanê têne serê jinên ciwan, berhema çeteyên şerê taybet ên dewletê ne.
Bêyî ku li ser vê rizîbûnê were sekinandin, mirov nikare behsa aştiya civakî bike.
Divê her kes berpirsyariyê bigire ser xwe û têkoşîna li dijî vê sîstemê mezin bike."
"Ji ber zexta şer nekarîn golekê jî biavêjin"
Kalkan performansa Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê bi ya paşerojê re da ber hev û diyar kir ku serkeftin tenê di atmosfereke aştiyê de pêkan e û got:
"Gotibûn piştî 24 salan (2002) hesret bi dawî bû.
Sala 2002yan çi hebû? Pêvajoya aştî û çareseriyê hebû, îdam dihat rakirin, qanûn dihatin çêkirin.
Di wê pêvajoyê de çûn Kupaya Cîhanê û bûn sêyemînê cîhanê.
Niha jî bi saya pêvajoya aştî û civaka demokratîk karîn herin tûrnûvaya Kupaya Cîhanê lê ji ber zextên nîjadperest, neteweperest û şovenîst bêyî ku golekê jî biavêjin hatin derxistin."
Kalkan destnîşan kir ku nêzîkatiya li sporê ya wekî "şerekî" zextê li lîstikvanan dike û got:
"Lingên ciwanan dilerizîn, nedikarîn li topê bixin.
Wekî ku neçin maçê, biçin şer derketin qadê.
Pirsgirêka Tirkan jî ew e ku ciwanên Tirk ji vê zexta neteweperest werin rizgarkirin û karibin bi rehetî sporê bikin.
Eger çareserî hebûya, dibe ku bûbûna şampiyon jî."



