کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin

Nalîn Hesen

Nalîn Hesen

23-06-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Nalîn Hesen
Nalîn Hesen23-06-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Tomarkirina Kurdên Bênasname ya li Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand ku ji 28ê Hezîranê ve hevdîtinên fermî yên bi malbatên bênasname re dest pê dikin.

Ev pêvajo dê li navendên Hisîça, Qamişlo û Tirbespiyê bi rê ve biçe.

Endama Komîteya Tomarkirina Kurdên Bênasname ya li Rojavayê Kurdistanê Rûbarya Feysel Hisênê ji Rûdawê re da zanîn ku komîte dê heftane lîsteyên nû yên navan belav bike.

Rûbarya Feysel Hisênê eşkere kir ku dê pêvajo heta tomarkirina navên hemû kesan bidome û got:

"Ji bo bidawîhatina vê qonaxê demeke diyarkirî nîne û amadekirina lîsteyan dê li pey hev be."

Sê navend hatine veqetandin

Rûbarya Hisênê anî ziman ku ji bo hevdîtinan 3 navend hatine veqetandin û ew navend ev in:

1.       Navenda Hisîçayê (Ji bo xelkê parêzgeha Hisîça û bajarê Dirbêsiyê)

2.       Navenda Qamişloyê (Ji bo xelkê bajarê Qamişlo û Dêrikê)

3.       Navenda Tirbespiyê

Li gorî gotinên Rûbarya Hisênê, rojane bi 20 malbatan re hevdîtin tê kirin û ji bo her malbatekê saetek tê veqetandin ku qerebalix çênebe.

Di qonaxa yekem de navên 48 malbatan hatine ku li gorî pêşîtiya tomarkirinê hatine hilbijartin.

Pêvajoya hevdîtinê

Di dema hevdîtinê de, wêne û şopa tiliyan a hemû endamên malbatê tên girtin.

Rûbarya Feysel Hisênê tekez kir ku ji bilî amadebûna hemû endamên malbatê, ti belgeyên din ji welatiyan nayên xwestin.

Li ser gavên piştî hevdîtinê jî hîn tiştek bi awayekî fermî nehatiye eşkerekirin lê tê çaverêkirin ku piştî bidawîhatina vê qonaxê, rênimayên nû werin weşandin.

Rûbarya Hisênê di dawiyê de hemû kesên ku navên xwe tomar kirine piştrast kirin û anî ziman:

"Pêvajoya dayîna nasnameyan li gorî biryarnameyê didome û derfet ji bo hemû Kurdên bêqeyd vekiriye.

Em ji bo wergirtina nasnameyê hemû hêsankariyan pêşkêş dikin."

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên