Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erdîşê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek li wesayîteke leşkerî ya parkkirî qelibî.
Di encama vê qezayê de leşkerek mir û 5 kes jî birîndar bûn.
Qeza vê sibehê li ser rêya Wan û Erdîşê qewimî.
Li gorî agahiyan, wesayîteke bazirganiyê ya sivik ji Wanê ber bi Erdîşê ve diçû.
Dema ku ev wesayît dighêje nêzîkî gundê Ernêsê, li wesayîteke leşkerî ya li kêleka rê parkkirî diqelibe.
Di qezayê de cendirmeyekî ku di wesayîta leşkerî de bû mir.
Her wiha 4 leşkerên din ên di heman wesayîtê de û şofêrê wesayîta bazirganiyê jî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirina xelkê derdorê, tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
Termê leşkerê ku miriye, ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê.
Tîmên tenduristiyê piştî midaxaleya li cihê bûyerê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê.
Hêzên ewlehiyê derbarê qezayê dest bi lêpirsîn kir.



