Hewlêr (Rûdaw) - Li Rihayê derket holê ku Emîne Kurta dayîka 4 zarokan ji aliyê hevjînê xwe ve hatiye xeniqandin û wî xwestiye bûyerê wekî xwekuştinê nîşan bide.
Bûyer li Taxa Şêx Meqsûdê ya parêzgeha Rihayê qewimî.
Xizmên Emîne Kurtê dema ku ti xeber ji wê nestandin çûn mala wê.
Ji ber ku derî nehat vekirin wan di pencereyê re li hundir nihêrî û wan dît ku Emîne Kurt li erdê bê liv û tevger e.
Xizmên wê agahî da û tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Di kontrolan de hat tesbîtkirin ku Emîne Kurt miriye.
Tîmên polîsan di lêkolîna li malê de li korîdorê rastî şopên xwînê hatin.
Li ser vê bûyerê hevjînê wê Mehmet Kurt hat desteserkirin.
Li sûcê xwe mikur hat
Mehmet Kurt di îfadeya xwe de diyar kir ku demeke dirêj e di navbera wî û hevjîna wî de nîqaş hene.
Wî eşkere kir ku roja bûyerê wî zarok ji malê derxistine û bi hevjîna xwe re axiviye.
Mehmet Kurt anî ziman ku dema nîqaş mezin bûye wî hevjîna xwe xeniqandiye û paşê ew bi hesinên pencereyê ve daliqandiye ku wekî xwekuştinê xuya bike.
Mehmet Kurt di îfadeya xwe de got:
“Me her tim li ser mijara kar nîqaş dikir.
Ji ber ku min nedikarî daxwazên wê bi cih bînim di navbera me de pirsgirêk derdiketin.
Roja bûyerê ez hêrs bûm û min dest avêt qirika wê.
Dema min dît ku ew bê liv û tevger ma ez tirsiyam û min hewl da ku wekî xwekuştinê nîşan bidim.
Ez ji ber tiştê ku min kiriye gelekî poşman im.”
Mehmet Kurt piştî kar û barên li dadgehê hat girtin.
Li hêla din, termê Emîne Kurtê piştî otopsiya li Saziya Tiba Dadî hat veşartin.



