Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HUDA PARê yê Mêrsînê Faruk Dînç, Şêx Seîd bi bîr anî û got, “Divê ji ber mexdûriyetên qewimî lêborîna fermî bê xwestin û cihê goran bê eşkerekirin.”
Faruk Dînç her wiha got, “Ev gavên ku dê werin avêtin, dê tevkariyê li bihêzkirina biratiya Kurd û Tirkan bikin.”
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Parlamenterê Mêrsînê Faruk Dînç, di axaftina xwe ya li Civîna Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê de qala salvegera bidarvekirina Şêx Seîd û hevalên wî kir û got:
“Di salvegera şehadeta wî de, ez Şêx Seîd Efendî û hemû hevalên wî yên dozê bi rehmê bi bîr tînim.”
"Şêx Seîd û hevalên wî di bîra gel de dijîn"
Faruk Dînç diyar kir ku Şêx Seîd alimekî mezin ê Îslamê, murşîdekî kamil û rêberekî girîng bû ku ji bo bawerî, nasname û nirxên gelê xwe têkoşiyaye û wiha pê de çû:
“Şêx Seîdê ku di kevneşopiya manewî ya Mewlana Xalidê Şehrezorî de mezin bûbû, li dijî zilm û neheqiyan derketiye û li hemberî dagirkeriya Rûsan têkoşiyaye.
Şêx Seîd û hevalên wî yên dozê ku ji aliyê Dadgehên Serxwebûnê ve hatin bidarvekirin, tevî salên dûr û dirêj ên derbasbûyî jî di bîra gel de dijîn.”
"Divê lêborîneke fermî were xwestin"
Dînç destnîşan kir ku divê dawî li polîtîkayên îftîra û reşkirinê yên li hemberî Şêx Seîd û hevalên wî bê anîn.
Faruk Dînç her wiha daxwaza eşkerekirina gora Şêx Seîd kir û got:
“Divê ji ber mexdûriyetên qewimî lêborîneke fermî bê xwestin û cihê goran bê eşkerekirin.
Ev gavên ku dê werin avêtin, dê tevkariyê li bihêzkirina biratiya Kurd û Tirkan bikin.
Di salvegera şehadetê de, ez Şêx Seîd Efendî, Şêx Ebdulahê Melekanî, Şêx Şerîfê Paloyî, Salih Begê Hênê, Seyîd Ebdulqadir Efendî û hemû hevalên wan ên dozê bi rehmê bi bîr tînim.”



