Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Yekîtiya Jeneratoran a Hisîçayê Beşar Necim ragihand ku nêzîkî 500 jeneratoran bi temamî ji hatine rawestandin.
Sedema vê yekê ew e ku ti mazot ji bo xebitandina wan nehatiye veqetandin.
Beşar Necim eşkere kir ku ew bi awayekî fermî ji aliyê berpirsê stasyonên sotemeniyê ve hatine agahdarkirin ku ti mazota taybet a jeneratoran nehatiye.
Ev yek çi bi nirxê xizmetguzariyê yê bi piştgirî be û çi jî bi nirxê azad be nehatiye peydakirin.
Ji ber vê yekê jî îro hemû jenerator rawestiyane.
Hemû jenerator di bin bandora krîzê de ne
Necim da zanîn ku nebûna mazotê bandor li hemû cureyên jeneratorên ku li bajêr dixebitin kiriye.
Di nav wan de jeneratorên ku rojane 8, 16 û 24 saetan dixebitin jî hene.
Wî destnîşan kir ku îro hemû xwediyên jeneratoran heman agahdarî derbarê nebûna sotemeniyê de wergirtiye.
Li bajarê Hisîçayê nêzîkî 520 jeneratorên elektrîkê hene ku ji aliyê saetên xebatê ve ji hev cuda ne.
Lê belê ji ber qutbûna temamî ya para mazotê, niha hemû di bin bandora vê krîzê de mane.
"Berpirsyar Rêveberiya Sotemeniyê ye"
Necim amaje bi wê yekê kir ku wan ji bo pirsîna sedemên vê krîzê pêwendî bi Komîteya Jeneratoran a li Şaredariya Hisîçayê re daniye.
Lê belê komîteyê eşkere kiriye ku rola wê tenê bi rêkxistina karê jeneratoran û şopandina binpêkirin û prosedurên îdarî ve sînordar e û ti têkiliya wê bi terxankirin yan belavkirina mazotê re nîne.
Berpirsê Yekîtiya Jeneratoran a Hisîçayê anî zimên ku dosyeya sotemeniyê û miqdarên mazota ku ji bo jeneratoran hatine terxankirin, dikeve bin berpirsyariya Rêveberiya Sotemeniyê.
Wî tekez kir ku Rêveberiya Sotemeniyê ji bo peydakirin û belavkirina mazotê li ser xwediyên jeneratorên li bajêr aliyê pêwendîdar e.


