Hewlêr (Rûdaw) - Li gelek deverên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê agir bi zeviyên genim, ceh û prêzêyan ket.
Birêvebiriyên Agirvemirandinê ji Rûdawê re ragihand ku hemû tîmên wan ji bo kontrolkirina agir di tevgerê de ne.
Birêvebiriya Agirvemirandinê ya Hisîçayê ji Rûdawê re ragihand ku nîvroya şemiyê, ji ber germa zêde û bayê xurt, agir li gelek deverên herêmê belav bûye.
Li gorî zanyariyan, tîmên agirvemirandinê li herêmên Sidîq û Om Xizir ên bajarokê Til Mecdelê, her wiha li gundê Zîbê, çarrêyana Hitînê û herêmên Dirbêsiyê û Sêgirayê bi dijwarî bi şewatê re rûbirû mane.
Her wiha li başûrê Til Temirê jî zeviyên çandiniyê di nav êgir de mane.
22 xalên agirvemirandinê di tevgerê de ne
Birêvebiriya Agirvemirandinê ya Hisîçayê destnîşan kir ku ji bo vemirandina van şewatan, tîmên wan li 22 xalan li Hisîçayê bi cih bûne û hewla kontrolkirina agir daye.
Di encama van hewldanan de, li hinek deveran agir hatiye kontrolkirin lê belê di dema operasyonan de li navçeya Zirganê 3 karmendên agirvemirandinê bi sivikî birîndar bûne.
Ji aliyê din ve, Birêvebiriya Agirvemirandinê ya Qamişloyê jî ji Rûdawê re ragihand ku tîmên wan bi piştgiriya xalên Hîmo, Xezne, Hilwe, Amûdê û Sencaq Sedûnê li gelek gundan midaxeleyî şewatê kiriye.
Agir bi taybetî li gundên Zîban, Til Faris, Neqare, Girbawî, Elî Fero, Gir Sor û Til Erebîdê zererên mezin gihandiye zeviyan.
Her wiha li taxa Qenat Siwêsê ya Qamişloyê agir bi malekê ketiye û zererên madî çêbûne.
Birêvebiriyê diyar kir ku bi alîkariya traktor û tankerên avê yên welatiyan, rê li ber belavbûna agir hatiye girtin.
Li gorî amarên destpêkê, li Qamişloyê nêzîkî 200 çewalên genim şewitîne.
Ziyanên şewatan
Li gorî Birêvebirê Çandiniyê yê Hisîçayê Hayel Kelaş, zererên herî zêde li van deveran çêbûne:
Dêrik û Koçerat: 500 donim
Qamişlo: 410 donim
Tirbespiyê: 135 hektar
Til Birak: 150 donim
Til Hemîs û Til Koçer: Zêdetirî 100 donim zevî û paşmayên çandiniyê
Rayedar hişyariyê didin ji ber ku rojane li seranserê Sûriyeyê zêdetirî 200 rûdanên şewatê tên tomarkirin, divê welatî li hemberî her rîskê hişyar bin û bi tîmên agirvemirandinê re di nav koordînasyonê de bin.

