Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê, di pevçûna du aliyan de 4 kes bi derbên kêran birîndar bûn.
Li parêzgeha Sêwazê şeva borî ji ber sedemeke nehatiye zanîn di navbera du aliyan de pevçûn derket.
Her du aliyan bi kêran êrişî hev kir û di encamê de A.T.A., E.A, T.D. û H.D. ji cihên cuda yên laşên xwe birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên cuda yên Sêwazê.
Hat zanîn rewşa H.D. giran e û metirsiya wî ya canî heye.
Derbarê bûyerê dest bi lêpirsîn hat kirin.

