Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, şeva borî bi hezaran kes ji bo bîranîna Komkujiya Kerbelayê meşiyan.
Roja çarşemê piştî nimêja mexrebê, bi hezaran kesên ku cilên reş li xwe kiribûn kom bûn.
Wan ji bo bîranîna Hz. Husên û 72 rêhevalên wî, li ber Mizgefta Hz. Elî dest bi meşê kir.
Bi zincîran li xwe dan
Xelk ji Mizgefta Hz. Elî heta Mizgefta Ehlibeytê ya Işikliyê ya li Kolana Faîkbeyê meşiyan.
Wan di dema meşê de lawij xwendin û bi zincîran li xwe da.
Li Qersê îro pêncşemê jî dê çalakiyên bîranîna Kerbelayê bidomin.


