Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Aşqeleyê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de 3 mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Qeza vê sibehê derdora saet 04:00an li ser rêya Aşqele û Erziromê çêbû.
Li gorî agahiyan, otomobîla ku Mehmet Talip Çalos diajot ji paş ve li kamyoneta ku Serhat Başar diajot xist.
Her du wesayît jî ber bi Erziromê ve diçûn.
Ji ber hêza lêdanê kesên di otomobîlê de asê man.
Li ser agahdarkirinê polîs, tîmên agirvemirandinê û tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê.
Tîmên agirvemirandinê yên Aşqeleyê birîndar ji wesayîtê derxistin.
Piştî midaxeleya destpêkê ya tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyê.
Li gorî agahiyên destpêkê di qezayê de 3 mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Ajokarê otomobîlê Mehmet Talip Çalos jî di nav birîndaran de ye û hat zanîn ku rewşa wî giran e.



