Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de 15 kes birîndar bûn.
Qeza derdora saet 15:30î çebû.
Li Xaçerêya Stadyumê mînîbusek û wesayîteke veguhastina pereyan li hev qelibîn.
Li gorî agahiyan, mînîbusa ku Aydin E. diajot û wesayîta veguhastina pereyan a ku Omer B. diajot ji ber sedemeke nediyar li hev qelibîn.
Tîm çûn cihê qezayê
Piştî qezayê li ser agahdarkirina xelkê derdorê, tîmên tenduristiyê, polîs û tîmên agirvemirandinê çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê li cihê qezayê midaxeleya destpêkê li birîndaran kir.
Di qezayê de 15 kes birîndar bûn.
Tîman birîndar bi ambûlansan veguhastin nexweşxaneyên cuda yên Êlihê.
Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya birîndaran baş e û tedawiya wan didome.
Her wiha hat diyarkirin ku xetere li ser jiyana wan nîne.
Polîsan li ser sedema qezayê dest bi lêpirsînê kir.


.jpg&w=3840&q=75)