Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro bi Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed re civiya.
North Pressê ragihand ku Mezlûm Ebdî û Nûredîn Ehmed di civînê de rêyên çareserkirina krîzên ku ji ber kêmbûna sotemeniyê û bihabûna wê derketine gotûbêj kirin.
Di civînê de her wiha behsa rewşa enerjî, elektrîk û avê hat kirin û wan rêyên çareseriyê bi hev şêwirî.
Mezlûm Ebdî û Nûredîn Ehmed li ser pêşhatên radestkirina qadên petrolê ya Wezareta Petrolê ya Sûriyeyê axivîn.
Her du alî li ser danîna mekanîzmayeke piştgiriyê ya taybet a ji bo parêzgeha Hisîçayê li hev kir.
Ev hevdîtin di demekê de tê kirin ku li herêmê pirsgirêkên xizmetguzariyê zêde bûne û hewldanên ji bo çareseriyê didomin.
Her wiha xelk ji ber bihabûnê dadikeve qadan û xwenîşandanan dike.
.jpg&w=3840&q=75)


