Hewlêr (Rûdaw) - Îro salvegera 11an a Komkujiya Kobaniyê ye.
Beriya 11 salan, di rojên dawî yên meha Hezîranê de, xelkê Kobaniyê û Kurdên li her derê cîhanê bi bihîstina nûçeya komkujiyeke mezin şiyar bûn.
Berbanga roja 25ê Hezîrana 2015an bi dehan çekdarên DAIŞê bi awayekî dizî xwe gihandibûn gundê Berxbotanê yê li başûrê Kobaniya Rojavayê Kurdistanê.
Çekdarên DAIŞê destpêkê li wî gundî komkujiyek pêk anî.
Pişt re di ser rêya Helebê re ji aliyê başûr ve derbasî nav bajarê Kobaniyê bûn û bi awayekî hovane dest bi komkujiya Kurdan kir.
Di komkujiyê de gelek welatiyên sivîl ên li Kobaniyê û çoltera wê bûn qurbanî.
Bi sedan jin, mêr, zarok û pîr û kal ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin kuştin û birîndarkirin.
258 mirî û 276 birîndar
Di komkujiyê de 258 Kurdên sivîl mirin ku di nav wan de 37 zarok (28 kur û 9 keç) û 77 jin hebûn ku 3 ji wan jinan ducanî bûn.
Tevahiya miriyên wê komkujiyê ji 37 malbatan bûn.
Di 18 malbatan de hem dayîk û hem jî bav mirin.
Her wiha di Komkujiya Kobaniyê de 93 zarok sêwî man.
Di encama komkujiyê de 276 kes jî birîndar bûn.
Di wê bûyerê de nêzîkî 100 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û hinek jî dîl hatin girtin.
Paqijkirina bajêr û berxwedan
Roja 27ê Hezîranê ajansa fermî ya DAIŞê ragihand ku wan komkujiya Kurdan a li Kobaniyê pêk aniye.
Piştî wê bi 48 demjimêran, tevahiya taxên Kobaniyê ji aliyê YPG û YPJyê ve ji çekdarên DAIŞê hatin paqijkirin.
Di wî şerî de 35 şervanên YPG û YPJyê canê xwe ji dest da.
Kurdên hemû cîhanê û bi taybetî xelkê Kobaniyê her sal vê komkujiya mezin bi xemgînî bi bîr tînin.
Rizgarkirina Kobaniyê
Çekdarên DAIŞê 15ê Îlona 2014an ji aliyên rojava, başûr û rojhilat ve êrişî Kobaniyê kir û 350 gundên wê dagir kirin.
Pişt re çekdar ketin navenda bajarê Kobaniyê.
Piştî 134 rojên şer û pevçûnên giran, 26ê Kanûna Paşîna 2015an bi berxwedana YPG, YPJ û Pêşmergeyên ku çûbûn alîkariya wan, Kobanî hat rizgarkirin.
Di rizgarkirina bajêr de piştgiriya asmanî ya Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî roleke mezin lîst.


.jpg&w=3840&q=75)
