کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Dron / Wêne: Rûdaw Grafîk

Dron / Wêne: Rûdaw Grafîk

Kurdistan

PJAK: Supaya Pasdaran bi 3 dronan êrişî me kir

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

26-06-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran26-06-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ragihand ku Supaya Pasdaran a Îranê bi 3 dronan êrişî hêzên wan ên li derdora bajarê Baneyê kiriye lê zerer negihîştiye wan.

Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ku baskê çekdarî yê PJAKê ye li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

YRKyê di daxuyaniya xwe de diyar kir:

"Doh danê sibehê hêzên Supaya Pasdaran bi 3 dronên bombebarkirî êrişî derdora gundê Şiwêyê yê li nêzîkî bajarê Baneyê yê Rojhilatê Kurdistanê kir."

YRKyê destnîşan kir ku di êrişê de zerer negihîştiye hêzên wan lê gihîştiye bax û rezên xelkê.

Baskê çekdarî yê PJAKê hişyarî da û anî ziman:

"Em wekî Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê, êrişkaran agahdar dikin ku her cure êrişa li welatê me nayê qebûlkirin û eger ducare bibe, em dê bêguman bersiva pêwîst bidin."

Medyaya nêzîkî Supaya Pasdaran a Îranê belav kiribû ku endamekî hêzên parêzvanên sînor ên Îranê li deverên sînorî yên bajarê Merîwanê “di şerekî li gel komeke çekdar de hatiye kuştin.”

Heman rojê, Birêvebirê Beşa Pêwendiyan a Parêzvanên Sînor ê Sineyê Ferec Rustemî eşkere kir:

"Di rûbirûbûna li gel komeke dijber a li sînorê Merîwanê de, parêzvanekî sînor ê bi navê Danyal Nûriyan hat kuştin."

Ferec Rustemî anî ziman:

"Komeke PJAKê ya ku derbasî nav axa Îranê bûbû û piştî pevçûnê ber bi Îraqê ve reviya."

Li gorî medyaya Îranê, Danyal Nûriyan xelkê Îlama Rojhilatê Kurdistanê bûye.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên