کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Baroya Colemêrgê daxuyanî da / Wêne: MA

Baroya Colemêrgê daxuyanî da / Wêne: MA

Kurdistan

Li Şemzînanê 2 kesên ji Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin: ‘Rastî şkence û destdirêjiyê hatin’

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

27-06-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran27-06-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Colemêrgê li ser du welatiyên ku dema dixwestin derbasî Rojhilatê Kurdistanê bibin hatine girtin daxuyaniyek belav kir.

Baroyê ragihand ku ew kes rastî şkenceya fîzîkî û zayendî hatine û şkence li girtîgehê jî didome.

Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê 10ê Hezîranê Salah Bîmarî û Resul Bîmarî dema dixwestin derbasî Rojhilatê Kurdistanê bibin hatin desteserkirin.

Di nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) de hat destnîşankirin ku ew her du kes rastî şkenceya fîzîkî, zayendî û miameleya xerab hatine.

Hat diyarkirin ku Salah Bîmarî û Resul Bîmarî ji Rojhilatê Kurdistanê ne.

Piştî ku her du kes ji aliyê dadgehê ve hatin girtin şandeyeke ji Baroya Colemêrgê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) bi wan re civiya.

Şandeyê li ser vê mijarê raporek amade kir û li ber Girtîgeha Girtî ya Colemêrgê daxuyaniyek da.

Metna daxuyaniyê ji aliyê Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan ve hat xwendin.

‘Du diranên wî hatin şikandin’

Ergun Canan anî zimên ku Salah û Resul Bîmarî ji bo şivantiyê hatine Bakurê Kurdistanê û dema vedigeriyan hatine desteserkirin.

Canan diyar kir ku her du kes welatiyên Îranê ne û ji ber rewşa şer a li welatê xwe nekarîne di deriyên sînorî re derbas bibin, wan loma xwestiye di ser gundên sînorî yên Şemzînanê re derbas bibin.

Canan destnîşan kir ku leşkeran ew girtine û piştî qereqolê teslîmî tîmên sivîl kirine.

Serokê Baroyê li ser şkenceyê ev agahî dan:

“Ji ber şkenceyê di laşê her du kesan de birînên giran çêbûne û 2 diranên Resul Bîmarî hatine şikandin.

Piştî kar û barên îfadeyê dîsa şkence li wan hatiye kirin û destdirêjiya zayendî li Resul Bîmarî hatiye kirin.

Piştî van bûyeran ew hatine girtin û birine Girtîgeha Colemêrgê.

Birêvebirîya girtîgehê raporên tenduristiyê yên ku hêzên ewlehiyê girtibûn qebûl nekirine û ew ducare birine nexweşxaneyê û raporên nû dane girtin.”

Şkence li girtîgehê jî domiya

Ergun Canan eşkere kir ku şkence piştî girtinê jî domiyaye û hevdîtina parêzeran bi hincetên kêfî hatiye astengkirin.

Canan li pey çû û got:

“Her du şivan piştî ku birine girtîgehê di hucreyên yekkesî de hatine girtin.

10ê Hezîranê saet derdora 13:00an ew peywirdarên ku li Şemzînanê şkence li wan kiribû hatine girtîgehê.

Wan bi awayekî neyasayî bi her du şivanan re cuda bi cuda hevdîtin kiriye û careke din şkence li Resul Bîmarî kiriye.

Birêvebirîya girtîgehê şahidî ji vê şkenceyê re kiriye lê ti hewildan ji bo rêlibergirtinê nekiriye.”

Hevdîtina parêzeran hat astengkirin

Canan diyar kir ku 18 û 19ê Hezîranê noter û wergêr ji bo wekaletê çûne girtîgehê lê rayedaran bi hinceta “Resul û Salah Bîmarî ne li vir in” ew nebirine hundir.

Her wiha 21ê Hezîranê jî 2 parêzer ji bo hevdîtinê çûne lê dîsa bi heman hincetê rê li ber wan hatiye girtin.

Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan destnîşan kir ku qedexeya şkence û miameleya xerab di hiqûqa navneteweyî û ya navxwe de qedexeyeke mutleq e û nayê guhertin.

Canan ragihand ku ew dê şopdarên vê mijarê bin û li hemberî şkenceyê bêdeng nemînin.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên