Hewlêr (Rûdaw) - Polîsê parêzgeha Sineyê ragihand ku di êrişeke bi çekan a li xaleke kontrolê de 2 polîs mirine û 5 kes jî birîndar bûne.
Navenda Ragihandinê ya Polîsê Sineyê daxuyaniyek belav kir û ragihand:
"Şeva borî ji aliyê çend çekdaran ve êrişî xala kontrolê ya Sebedluyê ya li ser rêya Bane-Seqizê hat kirin."
Li gorî daxuyaniyê di êrişê de 2 polîsên bi navên Mihemed Weledbeygî û Martîn Ehedî hatine kuştin û 5 kes jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku di nav birîndaran de zarokeke 3 salî jî heye.
Dema êrişê ew zarok û malbata xwe di wê rêyê re derbas dibûne.
Polîsê Sineyê destnîşan kir ku 2 endamên hêzên polîsan, endamekî Supaya Pasdaran û sivîlek birîndar bûne û anî ziman:
"Birîndar veguhastin nexweşxaneyê. Rewşa polîsekî giran e."
Heta niha ti aliyan berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe.
Polîsan ragihand ku lêkolînên li ser bûyerê didomin.

.jpg&w=3840&q=75)

