Hewlêr (Rûdaw) - Zarokekî 3 salî yê bi navê Besam Rewa, bi malbata xwe re ji Hewlêrê ji bo seyranê çûbû gundê Çemê yê ser bi nahiyeya Roviyayê ya qezaya Berdereşê.
Zarokê 3 salî doh bi şev li nêzîkî Zêyê Mezin winda bû.
Guman heye ku ew zarok ketibe nav avê û lêgerînên tîmên parastina sivîl ên ji bo dîtina wî didomin.
Tîmên parastina sivîl ên Berdereş û Akrê, ji şeva borî ve li cihê bûyerê ne.
Wan ji bo dîtina zarok, di nav ava Zêyê Mezin de dest bi lêgerîn kiriye.
“Guman heye ku xeniqî be”
Birêvebirê Parastina Sivîlan a Berdereşê Hişyar Ebdullah ji Rûdawê re axivî û got:
“Doh bi şev em hatin agahdarkirin ku zarokekî 3 salî li gundê Çemê winda bûye. Guman heye ku ew xeniqî be."
Birêvebirê Parastina Sivîlan a Berdereşê da zanîn ku ew, tîmên parastina sivîl ên Akrê û tîmên noqevan yekser çûne cihê bûyerê.
Li gorî gotina Hişyar Ebdullah, malbata wî zarokî xelkê Hewlêrê ne û ji bo seyranê çûne wê navçeyê.
Dema ku malbat mijûlî çêkirina xwarinê bûye, zarokê wan winda bûye.
Hişyar Ebdullah her wiha anî zimên, “Kesî nedîtiye ku zarok ketiye nav avê. Lê ji ber ku me pêlavên wî li nêzîkî avê dîtin, gumanên me çûn ser wê yekê.”
Tîmên nû tevlî lêgerînan dibin
Birêvebirê Parastina Sivîlan a Berdereşê destnîşan kir ku xebatên noqevanan ên lêgerînê didomin û got:
“Me hemû gundên li ser rêya avê, ji Çemê heta Kelekê agahdar kirine. Me muxtar û masîgirên navçeyê jî agahdar kirine da ku alîkariya me bikin.”
Tê pêşbînîkirin ku îro tîmên din ên noqevanan ên Binkeya Qendîlê jî beşdarî xebatên lêgerînê bibin.

.jpg&w=3840&q=75)
