Amed (Rûdaw) - Li Amedê bi dirûşma “Ji Statûyê Heta Perwerdehiyê Çarçoveyeke Nû Ji Bo Mûzakereyê” Konferansa Zimanê Kurdî tê lidarxistin.
Beşdarên konferansê xwest ku statûya zimanê Kurdî di maseya diyalogê ya pêvajoya aştiyê de bibe mijara sereke ya guftûgoyan û mafê zimanê Kurdî bi aweyekî yasayî bê qebûlkirin.
Perwerdeya bi Kurdî û fermîbûna ziman
Hemû beşdar li ser du xalên bingehîn rawestiyan. Ew jî perwerdeya bi Kurdî û fermîbûna zimanê Kurdî ne.
Sazî û dezgehên ziman dixwazin di dan û standinên pêvajoya aştiyê de mijara sereke perwerdeya bi Kurdî be.
Birêvebirên konferansê hewl didin bi vê xebatê destê Kurdan li ser maseya diyalogê bihêz bikin.
"Bêyî ziman aştî nabe"
Birêvebira Konferansa Zimanê Kurdî Dîlan Guvençê qala girîngiya mijarê kir û got:
"Aştî çi ye? Naskirina ziman, çand û hunera wî gelî ye. Ji ber vê yekê heta sazûmanî jê re çênebe, qanûn û destûr neguherin, em nikarin bibêjin ku aştî heye.
Dibe ku di pratîkê de hinek gav bên avêtin lê divê di asta hiqûqî û fermî de gav bên avêtin da ku em bawer bikin.”
Daxwaza statuyeke yasayî
Nêzîkî 400 kes wekî delege ji bo konferansê hatin vexwendin.
Parlamenter, hevserok, siyasetmedar û aktîvîstên ziman beşdarî konferansê bûn.
Hemû li dora yek daxwazê civiyan: Divê di encama pêvajoya aştiyê de statuyeke yasayî bidin zimanê Kurdî.
Beşdara konferansê Emîne Oguzê jî dîtinên xwe anîn zimên û got:
“Divê mafê zimanê me were naskirin û statuya wî were dayîn. Ev statu bi statuya Kurdan ve girêdayî ye.”
"Aştî bihevrejiyan e"
Beşdarekî din ê bi navê Yasîr Orak diyar kir ku bêyî ziman aştî ne pêkan e û wiha pê de çû:
"Aştî bihevrejiyan e. Bihevrejiyan jî bi çand û zimanê mirov dibe. Dema ev tune bin zehmetî çêdibin.
Eger bibêjin em li hev hatin lê tu nikaribî bi zimanê xwe biaxivî, ev yek ji min re samîmî nayê.”
Zimanzan Mehmet Şahîn jî got:
“Dema ku aştiyeke rast û dirust pêk bê, pêwîst e hebûna min bê qebûlkirin. Hebûna min jî bi zimanê min pêkan e.”
Konferansa Zimanê Kurdî dê 2 rojan bidome. Di dawiya konferansê de dê encamnameyek were amadekirin û ev daxwaz dê ji raya giştî re bên eşkerekirin.


