Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bangî partiyên siyasî yên Parlamentoya Kurdistanê kir ku parlamentoyê aktîv bikin.
PDKyê xwest gotûbêj û çareseriya pirsgirêkên avakirina Kabîneya 10an derbasî hola parlamentoyê bibin.
Di daxuyaniya PDKyê ya roja şemiyê 27ê Hezîrana 2026an de hat diyarkirin ku dema civîn, serdan û peyam bêencam dibin, pêwîst e gotûbêj ji kuçe û medyayê derbasî ser maseya guftûgoyan bibin.
PDK bi awayekî eşkere bangî hemû partiyan dike ku parlamentoyê aktîv bikin.
PDK vê banga xwe hem li partiyên ku kursiyên wan zêde ne û hem jî yên ku kursiyên wan kêm in dike.
Di daxuyaniya PDKyê de wiha hat gotin:
"Bila parlamenter li hola parlamentoyê ji bo gotûbêjeke berhemdar û dîtina çareseriyeke guncav berpirsyar bin.
Divê em hemû alî jî pêbendî wê çareseriya biryardayî ya Parlamentoya Kurdistanê bin."
PDKyê da zanîn ku piştî ragihandina encamên hilbijartinê wan bi hestiyariyeke mezin hewl daye saziyên rewa li gorî qanûnan aktîv bikin.
Li gorî daxuyaniyê PDKyê ji bo vê mebestê çendîn senaryo û çareserî ji bo aktîvkirina parlamentoyê, hilbijartina Serokatiya Herêma Kurdistanê û avakirina Kabîneya 10an pêşkêş kirine.
“Hewldanên ji bo nêzîkbûnê”
PDKyê her wiha bal kişand ser destpêşxeriyan û got:
"Serok Mesûd Barzanî û saziyên me di vê çarçoveyê de bi gelek peyam, peywendî û gotûbêjên dualî û çendalî, çendîn senaryo û rêçareyên guncayî ji bo derbaskirina astengiyên li pêşiya hilbijartina Serokatiya Herêmê Kurdistanê, aktîvkirina Parlamentoyê û pêkanîna kabîneya 10an pêşkêş kirine.
Lê mixabin bersiv û helwesteke erênî ya pêwîst derneket pêş."
Her wiha PDKyê li ser rewşa herêmê û bi taybetî ya Herêma Kurdistanê hişyarî da.
PDKyê diyar kir ku berpirsyariya neteweyî û niştimanî ferz dike ku demildest çareseriyek ji bo derketina ji vê rewşê bê dîtin.
Li gorî daxuyaniyê, eger ev xitimandin bidome dê ji bilî ji zererdayîna herêm, ezmûn û destkeftiyên Herêma Kurdistanê ti sûda wê ji bo ti aliyan nebe.
Banga Serok Barzanî ya Cejna Qurbanê
Serok Mesûd Barzanî 26ê Gulana 2026an bi minasebeta Cejna Qurbanê peyamek belav kiribû.
Wî wekî destpêşxeriyekê bangî partiyan kiribû ku dawî li nakokiyên bêencam bînin.
Serok Barzanî di wê peyama xwe de ku berê xwe dabû hêzên siyasî, ev tişt gotibûn:
"Bila hemû alî li berjewendiyên xelkê Kurdistanê bifikirin. Berjewendiyên bilind ên gelê me li ser armanc û berjewendiyên teng bigirin.
Dev ji wan nakokiyên bêencam û wê xwekujiyê berdin ku demeke pêvajoya siyasî ya herêmê bi destê wan dinale."



