Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi beşdariya bi deh hezaran kesan "Mîtînga Azadiyê" hat lidarxistin.
Mîtînga ku bi dirûşma "Bi Rêbertiya Azad Ber Bi Civaka Demokratîk" hatibû organîzekirin, saet 17:00an dest pê kir.
DEM Partî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) mîtîng organîze kir.
Xelkê ji bajarên wekî Erzirom, Mûş, Îdir, Agirî û Colemêrgê ji bo beşdarbûna "Mîtînga Azadiyê" berê xwe da Wanê.
Bi deh hezaran welatiyan qada Newrozê ya Wanê tijî kir.
Wan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan, aştiyş û azadiyê dirûşm berz kirin.
Hevserokan bi Koma Amedê re stran got
Piştî axaftinan rapbêj Sîmyager û hunermend Beser Şahîn derketin ser dikê. Wan ji bo girseyê stranên xwe gotin.
Herî dawî Koma Amed derket ser dikê û di wê kêliyê de li qadê kelecaneke mezin çêbû.
Bi deh hezaran kesan çirayên telefonên xwe pêxistin û bi hev re stran gotin.
Endamên Koma Amedê û hevserokên berê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan bi hev re strana “Tu Kulîlka Azadiyê” got.
Xelkê jî dirûşma "Şedal û Zeydan îradeya me ne" berz kir.
Konsera ku zêdetirî demjimêrekê ajot, bi govend û dirûşman bi dawî bû.
Mîtînga girseyî ya Wanê piştî konsera Koma Amedê qediya û xelkê bi dirûşman qad terk kir.



