Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Panosê ya parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de 2 kes mirin û 3 kes birîndar bûn.
Li ser rêya Bedlîs û Agiriyê li nêzîkî gundê Qazana, barhilgira bi plakaya 06 DT 6509an a ku ajelên mezin tê de bûn û otomobîla bi plakaya 04 P 1463yan li hev qelibîn.
Di encama lihevqelibînê de barhilgir bi ser motorsikletekê de qulibî ku 2 kes li ser bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên agirvemirandinê û cendirme çûn cihê qezayê.
Di qezayê de kesek di cih de mir û 4 kes birîndar bûn ku birînên yekî ji wan dijwar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyê.
Birîndarê ku birînên wî giran bûn li Nexweşxaneya Dewletê ya Panosê mir.
Rêya ku ji ber qezayê demekê girtî mabû, careke din ji hatin û çûyîn re hat vekirin.



