Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Wanê ragihand ku ew ji dosyeya lêpirsîna mirina Rojîn Kabaîşê vekişiyane.
Baroya Li ser vekişîna xwe ya ji Doza Rojîn Kabaîşê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku parêzerên xwedî wekaletnameya taybet jî xwe ji dosyeyê vekişandine û hat gotin:
"Di qonaxa heyî de; ji ber zehmetiyên di têkoşîna edaletê ya bavê Rojîn Kabaîşê Birêz Nîzamettîn Kabaîş de û ji ber rûxîna derûnî ya kûr a ji ber mirina biguman a nehatiye ronîkirin, pêwendiyeke tendurist û hevahengiyeke baş bi bav re gelekî zehmet bûye.
Em vê qonaxa zehmet a ku bav tê de ye û bandorên wê bi têgihiştin pêşwazî dikin."
Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîşa 21 salî 27ê Îlona 2024an piştî ku ji şevîmana KYKyê derket winda bû.
Piştî xebatên lêgerînê yên ku 18 rojan domîn, termê wê li beravên Gola Wanê hatibû dîtin.
Bavê Rojînê Nîzamettîn Kabaîş diyar dike ku keça wî xwe nekuştiye û hatiye kuştin.
Nîzamettîn Kabaîş herî dawî li Enqereyê bi Wezîrê Dadê Akin Gurlek re civiya.
Nîzamettîn Kabaîş piştî civînê daxuyaniyek da û got:
"Înşelah bi îzna Xwedê dê piştî cejnê jî xebat bidomin. Dê tîmeke taybet bişînin Wanê.
Dê hem ji bo telefonê hem jî ji bo kamerayan li zanîngehê û wargehê lêkolînan bikin.
Wî got ku dê telefona Rojînê bişînin Spanyayê. Înşelah dê bi îzna Xwedê edalet cihê xwe bibîne. Em ji bo Rojînê edaletê dixwazin."
“Hemû hewldanên hiqûqî yên pêwîst hatine kirin”
Dema ku dihat payîn dosye were ronîkirin, Baroya Wanê ragihand ku ew ji dosyeyê vekişiyaye.
Baroya Wanê da zanîn ku danîna pêwendiyeke tendurist a bi Nîzamettîn Kabaîş re zehmet bûye û daxuyaniya xwe wiha domand:
"Dosyeya lêpirsîna mirina Rojîn Kabaîşê ya ku li Wanê bi awayekî biguman canê xwe ji dest daye, ji roja ewil a bûyerê ve ji aliyê tîma şopandina dozê ya Baroya Wanê ve bi hûrgilî hatiye şopandin.
Ji bo derxistina rastiya madî, birêvebirina lêpirsîneke bibandor û pêkanîna edaletê hemû hewldanên hiqûqî yên pêwîst hatine kirin.
Di qonaxa heyî de; ji ber zehmetiyên di têkoşîna edaletê ya bavê rehmetî Rojîn Kabaîşê Birêz Nîzamettîn Kabaîşê ku di dosyeyê de wekî gilîdar cih digire de û ji ber rûxîna derûnî ya kûr a ji ber mirina biguman a nehatiye ronîkirin, pêwendiyeke tendurist û hevahengiyeke baş bi bav re li ser şopandina dosyeyê gelekî zehmet bûye.
Em vê qonaxa zehmet a ku bav tê de ye û bandorên wê bi têgihiştin pêşwazî dikin.
Ji ber vê yekê, ji bo ku dosye di qonaxa bê de rastî windakirina mafan neyê û pêvajo bi awayekî tenduristtir bi rê ve biçe; wekî tîma şopandina dozê ya Baroya Wanê û parêzerên ku bi wekaletnameya taybet hatine erkdarkirin, me biryar daye ku em ji dosyeyê vekişin.
Ev biryar nayê wê wateyê ku em ji hestyariya xwe ya ji bo ronîkirina bûyerê yan jî qedrê ku em didin lêgerîna edaletê paşve gavê diavêjin.
Em wekî Baroya Wanê radigihînin ku em dê bi biryardarî li pêşberî raya giştî bişopînin da ku mirina Rojîn Kabaîşê bi hemû aliyên xwe ve were ronîkirin û berpirsiyar li pêşberî darazê hesab bidin. Bi rêzdarî ji raya giştî re tê ragihandin."



