Qamişlo (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê, qonaxa hevpeyvîna komîteya taybet a li gel mektûman (Kurdên bê nasname) dest pê kir.
Armanc ji vê pêvajoyê temamkirina rêkarên yasayî yên ji bo dayîna nasnameya Sûriyeyê ye.
Li herêmê heft xwişk û birayên ku temenê wan di navbera 40 û 50 salî de ne, hatine da ku cara ewil wekî kesekî 18 salî daxwaza nasnameya xwe bikin.
Ew qas salên jiyana wan bê nasname, bê xwendin, bê belge û bêyî ku karibin tiştekî li ser navê xwe tomar bikin derbas bûn.
Silêman, Sitêra, Ciwan û çar kesên din ji vê malbatê niha di hundir de ne û ji bi wergirtina nasnameyê hevdîtina fermî dikin.
Sitêrayê got ku ew ti carî ji bîra wê naçe roja dawî ya li dibistanê, dema ku jê re gotibûn 'bes e, êdî neyê'.
"Li rêbendan pê bawer nedikirin"
Ciwan Yûsif behsa wan zehmetiyan kir ku ew qas sal bi wan re rûbirû bûne û got:
"Karên me li cem dewletê ti carî nedimeşiyan. Ji bo ku em tenê herin Hisîçayê, ji bo rêbendan daxuyaniya nasînê bi me re hebû.
Lê li rêbendan ew jî qebûl nedikirin. Belgeya muxtar bû, muxtar îmze dikir ku em xelkê vê derê ne. Hevjîna min jî mektûm e."
Sitêra Yûsifê jî diyar kir ku ji ber bêbelgebûnê wan nekariye perwerdeya xwe temam bikin û wiha pê de çû:
“Em hemû di dibistanê de jêhatî bûn. Me pileyên yekem û duyem bi dest dixistin.
Mamosteyên me pir li ser rewşa me aciz dibûn û digotin 'ka em ji bo we çi bikin'.
Lê hikûmetê ji pola 9an pê ve nedihişt em bixwînin, lewma em neçar bûn ku piştî polên 7, 8 an 9an dibistanê biterikînin."
Welatî Silêman Yûsif jî behsa dîroka vê pirsgirêkê kir û wiha anî zimên:
“Ji dema serjimêriyê (ya sala 1962yan) ve em nehatin tomarkirin. Salên 2011 û 2012yan 'ecnebî' bûn welatî, lê em 'mektûm' wilo man."
Hevdîtinên yek bi yek tên kirin
Ev qonaxa duyem a pêvajoya wergirtina nasnameyê ye.
Piştî ku di qonaxa yekem de nav hatin tomarkirin, niha hevdîtina fermî ya hikûmetê ya li gel malbatan dest pê dike.
Di vê qonaxê de komîteyek bi awayekî yek bi yek li gel wan welatiyan rûdine.
Ew komîte jî ji dadwer, karmendên nifûsê yên dewletê, karmendên Rêvebiriya Xweser û rûspiyên deverê pêk tê.
Endama Komîteya Dayîna Nasnameyan Rûbariya Feysel Husênê li ser demdirêjiya vê êvajoyê got:
“Niha ji bo me ne zelal e, her hefte nav dadikevin, lê ev kar dê herî kêm sê mehan bidome.”
Wezareta Karên Navxwe daxwazname red nekirine
Heta niha Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê daxwaznameya ti kesî red nekiriye lê divê rêkarên yasayî bidomin heta ku ew welatî nasnameyên xwe wergirin.


