Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Serêgolê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, zarokekî 15 salî di golê de xeniqî.
Li taxa Asfaltê ya navçeya Serêgolê, Mert Efe Şahin ji bo avjeniyê ket gola avdaniyê û piştî demekê di nav golê de wenda bû.
Li ser agahdarkirina kesên li wê derê tîmên parastina sivîlan, tîmên tendirustiyê û tîmên binavê yên polîsan çûn cihê bûyerê.
Tîmên binavê yên polîsan di xebatan de termê Mert Efe Şahin ji golê derxistin.
Tîmên tenduristiyê ermê Şahin ji bo karên otopsiyê veguhast morga Nexweşxaneya Dewletê ya Serêgolê.



