Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya Wezîran a Karûbarên Aborî ya Îraqê biryar da ku bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ji bo pişknîna deriyên sînorî yên nefermî komîteyeke hevbeş ava bike.
Tê xwestin ku ew deriyên xwedî şertên guncav werin fermîkirin û yên din jî werin girtin.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Lijneya Wezîran a Karûbarên Aborî, Wezîrê Darayî û Alîkarê Wezîrê Plansaziyê yê Îraqê Faleh Sarî serokatiya pêncemîn civîna lijneyê kir.
Civîn bi amadebûna wezîrên bazirganî, pîşesazî, kar û karûbarên civakî, Sekreterê Giştî yê Lijneya Wezîran, Serokê Banka Navendî, Alîkarê Serokê Desteya Niştimanî ya Veberhênanê û Şêwirmendê Yasayî yê Serokwezîr hat lidarxistin.
Şandeya Herêma Kurdistanê di civînê de amade bû
Lijneyê mêvandariya şandeyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di bin serokatiya Wezîrê Darayî de bû.
Di şandeyê de Sekreterê Giştî yê Lijneya Wezîran a Herêma Kurdistanê, birêvebirên giştî yên gumrik, bac û şopandinê li gel hejmarek pispor cih girtin.
Serokê Desteya Deriyên Sînorî Omer Waîlî, Alîkarê Wezîrê Darayî yê Îraqê, birêvebirên giştî yên desteyên gumrik û bacê û nûnerên bernameya ASYCUDAyê beşdarî civînê bûn.
Armanca amadebûna wan gotûbêjkirina rapora komîteyên hevbeş a derbarê yekkirina rêkarên gumrik û bacê yên li deriyên sînorî (di nav de deriyên Herêma Kurdistanê jî) de bû.
Sê biryarên girîng hatin girtin
Wekî ku di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, piştî guhdarîkirina li şiroveyên endamên tîma hevbeş a her du aliyan, pêşniyarên derbarê mekanîzmeya bicihkirina pergala ASYCUDAyê û astengiyên li pêşiya bicihkirina wê, Lijneyê ev biryar dan:
Yekem: Avakirina komîteyeke hevbeş di bin serokatiya Desteya Deriyên Sînorî ya Îraqê û nûnerên aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de.
Armanca vê komîteyê pişknîna tevahiya xeta sînorî û serdana derî û xalên sînorî yên nefermî yên Herêma Kurdistanê ye.
Ev komîte dê rapora xwe ya berfireh pêşkêşî Lijneya Wezîran a Karû Barên Aborî bike. Di raporê de dê ew deriyên ku şertên wan guncav in werin diyarkirin da ku werin fermîkirin û binesaziya pêwîst ji bo wan were amadekirin. Her wiha dê derî û xalên din ên ne guncav werin girtin û ji bo bicihanîna vê biryarê ferman ji Fermandariya Hêzên Parastina Sînor a Federal re were şandin.
Duyem: Wezareta Darayiyê ya Federal bi hevahengiya Wezareta Darayiyê ya Herêma Kurdistanê, rênîşandereke hevbeş a taybet bi efûkirin û hêsankariyên gumrikê amade dike. Ev rênîşander dê ji aliyê Lijneya Wezîran a Federal ve were pesendkirin û da ku pê bixebitin dê ji bo hemû deriyên sînorî re bê şandin.
Sêyem: Pêşkêşkirina pêşniyarên her du aliyan ji bo Lijneya Wezîran a Federal derbarê mekanîzmeya komkirina dahatê ya li wan deriyên sînorî yên ku dikevin nav sînorê Herêma Kurdistanê.



