کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Partî û aliyên Kurdan li Amedê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anîn / Wêne: PWK

Partî û aliyên Kurdan li Amedê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anîn / Wêne: PWK

Kurdistan

Şêx Seîd û hevalên wî li Amedê hatin bibîranîn

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

29-06-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran29-06-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Hewldana Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê, li Amedê bi konferansekê Şêx Seîd û serkirdeyên Tevgera 1925an bi bîr anîn.

Konferans bi beşdariya PÊLKURD, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Tevgera Vejînê ya Kurdistanê (VEJÎN) û gelek kesayetiyên serbixwe yên Kurdistanî hat lidarxistin.

Bi sirûda Ey Reqîbê dest pê kir

Konferans bi moderatoriya Elî Oncu bû û bernameyê bi sirûda neteweyî Ey Reqîbê û rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

Elî Oncu li ser armanca konferansê û rola Şêx Seîd a di tevgera neteweyî ya 1925an de axivî.

Tevgera 1925an hat nirxandin

Piştre axêverên konferansê Saîd Veroj, Mahmûd Fevzî Firat û A. Nasir Melekanî gotarên xwe pêşkêş kirin.

Lêkolîner û nivîskarê Kurd Saîd Veroj, li ser partî û rêxistinên Kurdan ên beriya Şerê Cîhanê yê Yekem û piştî şer heta serhildana 1925an agahî dan.

Neviyê Şêx Seîd û kurê Abdulmelîk Firat Mahmûd Fevzî Firat jî qala rola malbata Şêx Seîd, rola wî ya wekî rêberekî neteweyî û olî û girîngiya tifaqa neteweyî kir.

A. Nasir Melekanî bi zaravayê Kirmanckî / Zazakî qala rola eşîr, şêx û rêberên siyasî, leşkerî û civakî yên Kurdan di serhildana 1925an de kir.

Her sê axêveran jî Tevgera 1925an wekî tevgereke neteweyî, olî û civakî nirxand.

Endamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Ragihandinê yê PDKyê Dr. Salar Osman jî wekî mêvan beşdarî konferansê bû.

Li ser daxwaza moderatorê konferansê, Dr. Salar Osman jî li ser girîngiya Şêx Seîd û tevgera neteweyî ya 1925an dîtinên xwe anîn zimên.

Siyasetmedarê Kurd Muslum Korkutayta jî li ser girîngiya tevgera Kurdan a 1925an û rola Şêx Seîd axivî.

Di dawiya konferansê de ji bo Şêx Seîd, hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê fatîhe hat xwendin.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên