Hewlêr (Rûdaw) - Peymana Otela Reşîdê ya ku di navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Teqedumê ya Mihemed Helbûsî de ji bo pêkanîna îdareya Kerkûkê hatibû îmzekirin, derizî.
Tevî ku li gorî peymanê postê parêzgar dane Tirkmenan, du meh derbas bûne û hîn jî serokê fraksiyona YNKyê yê ku namzedê posta Birêvebiriya Giştî ya Polîsan e, posta xwe wernegirtiye.
Li gorî peymanê, divabû li hemberî posta parêzgar çend postên din bidana Kurd û Ereban.
Lê bicihneanîna sozên ku hatine dayîn, di nava Kurdan de bûye sedema dilgiraniyê.
"Kîjan daxwaz di peymanê de nebe em pêbend nabin"
Serokê Fraksiyona YNKyê ya di Meclisa Parêzgeha Kerkûkê de Neşet Şahwêz ji Rûdawê re ragihand:
"Diyar e ku Ereb jî ne xwediyê yek nêrînê ne û daxwazên wan ên zêdetir hene.
Kîjan daxwaz di çarçoveya peymanê de be em pêbend in û her daxwaza ku di peymanê de nebe em pêbend nabin."
Ji xeynî posta Birêvebirê Giştî yê Polîsan; postên Birêvebirê Giştî yê Çandiniyê, Birêvebirê Giştî yê Tenduristiyê û Birêvebirê Nahiyeya Mûlteqayê hîn jî di destê Ereban de ne û radestî Kurdan nehatine kirin.
"Gotinên Bexdayê cuda ne"
Endamê Meclisa Parêzgeha Kerkûkê yê Ereb Raed Salihî ji Rûdawê re daxuyand ku gotinên Bexdayê jî cuda ne û got:
"Ji bo dayîna posta fermandariya polîsan em tenê dikarin bibêjin ku em red dikin, lê ew post a Wezareta Karên Navxwe ye û ew biryarê li ser dide.”
Dan û standin didomin
Raed Salihî bal kişand ser vê yekê û got, "Em posta weberhênanê dixwazin ku divabû di qonaxa yekem de bidana me.
Bi her awayî be dan û standin hene û em jî li gel peymana siyasî ne li her ku derê be."
Di hilbijartinên Meclisa Parêzgeha Kerkûkê de, Kurdan 7 kursî, Ereban 6 kursî û Tirkmenan 2 kursî bi dest xistin.
Lê di dabeşkirina postên îdarî de hevsengî nîne; ji 39 postên bilind, 19 post di destê Ereban de ne, 13 post di destê Kurdan de ne û 7 post jî di destê Tirkmenan de ne.



