Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Pêwendiyên Desteya Giştî ya Deriyên Sînorî û Gumrika Sûriyeyê Mazin Elûş ragihand ku rojên xebatê yên li Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê hatine zêdekirin.
Desteya Giştî ya Deriyên Sînorî û Gumrikan li gel aliyê Herêma Kurdistanê li ser dirêjkirina rojên xebatê gihîşt peymanekê.
Li gorî vê peymanê, derî dê êdî hefteyê 6 rojan, ji roja Şemiyê heta Pêncşemê vekirî be ku berê xebatên li derî bi 5 rojan sînordar bûn.
Mazin Elûş diyar kir ku ev gav di çarçoveya hewildanên hevbeş de ji bo hêsankirina derbasbûna rêwî û kel û pelan hatiye avêtin.
Elûş destnîşan kir ku armanc xurtkirina liv û tevgera kar, bilindkirina asta xizmetguzariyan û geşkirina tevgera bazirganiyê ya di navbera her du aliyan de ye.
Amadehî ji bo xebata rojane
Mazin Elûş di daxuyaniya ku ji Rûdawê re hatiye şandin de tekez kir ku saziya wan ji bo xebata rojane ya li Sêmalkayê amade ye.
Tê payîn ku piştî temambûna amadehiyên teknîkî û îdarî yên li Herêma Kurdistanê, derî derbasî pergala xebata rojane bibe.
Ev pêşhat di çarçoveya siyaseta berfirehkirina xizmetguzariyan a li deriyên sînorî de tê nirxandin.
Tenê roja Înê dê girtî be
Çavkaniyekî ji Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê jî ev biryara nû piştrast kir û ragihand ku ji meha bê û pê ve derî dê 6 rojan vekirî be û tenê roja Înê girtî be.
Bi vî awayî welatî dê karibin roja Şemiyê jî di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de çûn û hatinê bikin.
Her wiha hat zanîn ku hikûmeta Sûriyeyê li ser wê yekê dixebite ku vî deriyî bi fermî bike û ev biryar jî di vê çarçoveyê de hatiye standin.
.jpg&w=3840&q=75)


