Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê di du rojan de 24 şewat hatin vemirandin.
Birêvebiriya Parastina Sivîl a Sûriyeyê ya Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan ragihand ku tîmên wan di du rojên borî de li parêzgeha Hisîçayê 24 şewat vemirandine.
Parastina Sivîl li ser hesabê xwe yê fermî diyar kir, tîmên Birêvebiriya Rewşên Awarte û Karesatan roja sêşemê li Hisîçayê (Hesekê) 14 şewat kontrol kirin û rê li ber belavbûna wan girt.
Her wiha heman tîman roja duşemê jî 10 şewatên din vemirandin.
Hat destnîşankirin ku di van bûyeran de zerer tenê aborî bûye.
Ev şewat li zeviyên genim û ceh, zeviyên çinî û deverên bi pûş de derketin.
Hefteyek berê jî agir bi 35 deveran ketibû
Beriya niha bi hefteyekê jî li parêzgeha Hisîçayê şewatên mezin derketibûn.
Tîmên agirvemirandinê du rojan li pey hev ji bo vemirandina wan xebitîbûn.
Wê demê Wezîrê Rewşên Awarte yê Sûriyeyê ragihandibû ku zêdetirî 40 tîmî beşdarî xebatên vemirandinê bûne.
Heman çavkaniyê eşkere kiribû ku hejmara cihên şewatê ji 35an derbas bûye û agir li gelek xalên cuda yên parêzgehê belav bûye.
.jpg&w=3840&q=75)


