Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Desteya Giştî ya Geştyariyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku ew ji bo ku rêjeya karkerên navxwe ya di sektora geştyariyê de ji sedî 80î bilindtir bikin dixebitin.
Ji bo vê yekê jî dê derçûyên zanîngeh û peymangehan li navendên taybet werin perwerdekirin.
Berdevkê Desteya Giştî ya Geştyariyê Îbrahîm Ebdulmecîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û diyar kir ku di civîna doh a komîteya bilind a bicihanîna biryara 172yan a Encumena Wezîran de li ser bipêşxistina şiyanên ciwanan hatiye axaftin û got:
"Biryar hat dayîn ku derçûyên me beşdarî xulên navendên rahênanê bibin ku ser bi Wezareta Kar û Kar û Barên Civakî ve ne.
Armanc ew e ku şiyanên wan bigihin astekê ku daxwazên bazara Kurdistanê bi temamî dabîn bikin."
Rêjeya karkerên navxwe ji sedî 80 ye
Berdevkê Desteya Geştyariyê destnîşan kir ku niha ji sedî 80ê karkerên di sektora geştyariyê de xelkê navxwe ne lê ew hewl didin vê rêjeyê zêdetir bikin.
Îbrahîm Ebdulmecîd li ser wan karmendên biyanî yên ku pisporiya wan a li navxwe nîne anî ziman:
"Mekanîzmayek dê were dîtin da ku ew kesên biyanî fêrî zimanê Kurdî bibin."
Di civînê de nûnerên geştyariyê yên hemû parêzgehan û nûnerên Kar û Kar û Barên Civakî beşdar bûn.
Ebdulmecîd da zanîn ku di civînê de tekezî li ser bicihanîna rênimayên hikûmetê hat kirin ku yek ji wan rênimayan parastina rêjeya yasayî ya karkerên navxwe ye ku divê ji sedî 75an kêmtir nebe.
Her wiha divê cihên geştyariyê pêbend bin ku zimanê Kurdî li ser tabelayên wan zimanê sereke be.
Li gorî biryara Desteya Geştyariyê, eger zimanê Kurdî ne zimanê yekem ê karên wan be, ew destûrê nadin cihên nû yên geştyariyê.
Ew cihên ku destûra xwe nû dikin jî dê heman biryar li ser wan were bicihanîn.



