Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Curnê Reşa Rihayê zarokekî 14 salî yê ku ketibû gola bendavê xeniqî.
Bûyer li gundê Qewalixê yê navçeya Curnê Reşa Rihayê çêbû.
Li gorî agahiyan, Murat Yavuzê 14 salî ji bo ku xwe ji germahiya zêde biparêze û hênik bibe ket ava Gola Bendava Ataturkê lê belê piştî demekê di nav golê de winda bû.
Li ser agahdarkirina gundiyan, tîmên bin avê, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û ji bo dîtina wî dest bi xebatan kir.
Piştî xebatên lêgerînê yên di bin avê de, cenazeyê Murat Yavuz hat dîtin û ji avê hat derxistin.
Cenazeyê zarokê 14 salî ji bo kar û barên otopsiyê ji bo morga Saziya Tiba Dadî ya Rihayê hat veguhastin.
Li parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi destpêkirina havînê welatî û bi taybetî jî zarok ji ber germahiya zêde ji bo hênikiyê berê xwe didin çem, kanî, gol û bendavan lê belê her sal bi dehan kes di nava avê de dixeniqin û dimirin.
Rayedar her tim hişyariyê didin welatiyan ku ji bo avjeniyê cihên ewle hilbijêrin û neçin nav gol û bendavên ku kûrahiya wan ne diyar e.



