Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê Serokê Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin û şandeya pê re qebûl kirin.
Baregeha Barzanî li ser civînê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku di hevdîtinê de tekezî li ser bipêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê, Îraq û Tirkiyeyê de hat kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin:
"Di hevdîtinê de her du aliyan pêşhatên dawî û guherînên li herêmê û astengiyên li ber aramî û ewlehiya herêmê gotûbêj kirin."
Baregeha Barzanî li ser pêwendiyên Hewlêr, Bexda û Enqereyê ragihand:
"Tekezî li ser bipêşxistina pêwendiyan û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê, Îraq û Tirkiyeyê de ya di warên cuda de hat kirin."



