Hewlêr (Rûdaw) - Li ser sînorê navçeya Misircê ya Sêrtê û navçeya Hezoyê ya Êlihê agir bi zeviyên genim ket.
Şewata li sînorê gundekî Misircê û gundekî Hezoyê ji ber sedemeke nediyar derket.
Piştî ku dûxan ji zeviyan bilind bû, welatiyan agahî da tîmên pêwendîdar.
Li ser agahdarkirinê, tîmên vemirandina agir û cendirme çûn cihê bûyerê.
Ji ber ku ba hebû, agir di demeke kurt de belav bû.
Cotkarên herêmê jî bi traktorên xwe beşdarî xebatên vemirandina agir bûn ku rê li ber karesatê bigirin.
Di encama xebatên hevpar ên tîman û cotkaran de agir hat vemirandin.
Li gorî agahiyên destpêkê, di şewatê de nêzîkî 1000 donimî zeviyên ku genim lê hatibû çandin şewitîn.
Zeviyên ku keda salekê ya cotkaran bû di nava çend demjimêran de bûn rejû.
Hêzên ewlehiyê li ser sedema derketina agir dest bi lêpirsînekê kir.

.webp&w=3840&q=75)

