Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û Serokê Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin civiyan.
Di civînê de pêwendiyên dualî, aramiya herêmê û mijara pêvajoya çareseriyê hatin gotûbêjkirin.
Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin di çarçoveya serdanên xwe yên li Herêma Kurdistanê de li devera Debaşanê ya Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê bi Serokê YNKyê Bafil Talebanî re hevdîtinek pêk anî.
Li gorî daxuyaniya YNKyê ya li ser civînê, di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên li Îraq û Herêma Kurdistanê hatin nirxandin û bal kişandin ser giringiya parastina aramiya herêmê.
Yek ji mijarên sereke yên civînê pêvajoya çareseriyê bû.
Li gorî nûçeya medyaya YNKyê, Bafil Talebanî di civînê de behsa pêvajoya çareseriyê kir û anî ziman:
"Ji bo gihîştina aştiyeke berfireh ku xizmeta ewlehî û aramiya hemû Rojhilata Navîn bike û ji bo serdestkirina çanda bihevrejiyanê, em dê heta ku ev gava giring û dîrokî bi ser bikeve di xeta Serok Mam Celal de hewlên xwe bidomînin."
Di dawiya civînê de her du aliyan li ser wê yekê li hev kir ku li ser bingeha parastina berjewendiyên bilind pêwendiyên dualî bêhtir werin bipêşxistin.
.webp&w=3840&q=75)


