Hewlêr (Rûdaw) - Xelkê parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê dixwaze ku hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş were berdan.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mûşê Sirri Sakik li ser hesabê xwe yê medyaya civakî dîmenên ziyareta xwe ya li kolanên Mûşa Bakurê Kurdistanê belav kirin.
Di dîmenan de xuya dibe ku Sakik li çayxaneyekê bi welatiyan re rûniştiye û sohbet dike.
Mijara wan a sereke Hevserokê Giştî yê Berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş e ku ji sala 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye.
Di vîdeoyê de welatiyek daxwaz dike ku Demîrtaş demildest were berdan.
Kesekî ji Mûşê bi dengekî bilind daxwaza xwe tîne zimên û dibêje: "Em dixwazin Selahattîn Demîrtaş were berdan."
Sirri Sakik jî li binê vîdeoyê têbîniyek nivîsandiye û dibêje:
"Daxwaza hevbeş a her kesê ku em li kolanên Mûşê rastî wan tên, berdana hevalên me yên girtî ye."
Berdana wî hêviyeke sereke ye
Selahattîn Demîrtaş di nav Kurdan de wekî yek ji sembolên herî girîng ên siyasî tê dîtin.
Ew ji sala 2016an ve bi hinceta “endamtiya rêxistinê” di girtîgehê de ye.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) gelek caran ji Tirkiyeyê xwestiya ku wî berde lê hikûmeta Tirkiyeyê heta niha ti gav neavêtine.
Ev zêdetirî salek û nîv e ku li Tirkiyeyê pêvajoyeke çareseriyê ji nû ve dest pê kiriye.
Di qonaxeke wiha de, berdana Demîrtaş û hemû girtiyên siyasî yên Kurd yek ji hêviyên sereke yên raya giştî ya Kurd e.



