Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê meha tîrmehê ye lê dîsa jî xebatên paqijkirina berfê didomin.
Tîmên Birêvebiriya Taybet a Parêzgehê ji bo vekirina rêyên zozanan li dijî berfê têdikoşin.
Li navenda bajêr germayeke zêde heye lê li lûtkeyên bilind tîm hewl didin rêyên zozanan ji bo ajeldar û koçeran vekin.
Li 12 xalan xebat didomin
Birêvebiriya Taybet a Mûşê ji bo ku gihîştina zozan û çêrgehan hêsan bibe, li 12 xalên cuda rêyan paqij dike.
Çiyayê Zoveserê 2 hezar û 721 metreyan ji asta deryayê bilind e.
Tîm bi makîneyên mezin qeraseyên berfê yên li berpalên vî çiyayî paqij dikin.
"Em du demsalan bi hev re dijîn"
Sekreterê Giştî yê Birêvebiriya Taybet a Mûşê Şeyhmus Yentur li ser xebatan agahî dan.
Yentûr diyar kir ku erdnîgariya wan gelekî balkêş e û got:
"Em li navçeyên jêrîn xebatên asfalta germ dikin lê em li lûtkeyên bilind hîn jî berfê radikin. Li parêzgeha me niha du demsal bi hev re tên jiyîn."
Şeyhmus Yentur da zanîn ku armanca wan vekirina rêyên çend zozanan e û wiha domand:
"Em dixwazin rêyên zozanên Çiyayê Kurtikê, Şerefedînê û yên navçeyên Milazgir û Gimgimê vekin da ku ajeldarên me karibin bi hêsanî biçin zozanan."
"Em mecbûr in xelkê teşwîq bikin"
Sekreterê Giştî bal kişand ser girîngiya van rêyan a ji bo debara gundiyan û got:
“Mûş bajarekî çandinî û ajeldariyê ye. Ji bo ku şîr û penîrê zozanan bi awayekî tendurist bigihîje bajêr, divê rêyên me vekirî bin.
Wekî dewlet em mecbûr in van tedbîran wergirin da ku xelkê me yê gundan ji bo hilberînê bê teşwîqkirin."
Tê pêşbînîkirin ku di nava çend rojên pêş de hemû rêyên zozanan ên Mûşê bi temamî ji hatin û çûnê re werin vekirin.



