Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Destpakiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku ew dê wan kesan bi pereyan xelat bikin ku wan ji hebûna gendeliyê agahdar dikin.
Serokê Desteya Destpakiyê ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku ew dê ji bo bicihanîna nivîsa xwe rênimayên nû derxînin.
Di daxuyaniya ku bi nivîsa hejmar 414an hat belavkirin de hat gotin:
"Her kesê ku agahiyan bide me li ser hebûna gendeliyê û belgeyên wî hebin li ser her karmend an berpirsekî di her asteke wezîfeyê de be, dê ji aliyê desteya me ve bi pere were xelatkirin.
Desteya me garantiya parastina nav û navnîşana agahdarker dike."
"Pêwîstiya me bi rênimayan heye"
Serokê Desteya Destpakiyê ya Herêma Kurdistanê Ehmed Enwer ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got:
"Çend dosyeyên gendeliyê gihîştine ber destê me.
Em wan werdigirin û belgeyan dinirxînin.
Em dixwazin zanibin gelo dê bi rastî rêgir be li ber îsrafa darayiya giştî yan na?
Yan eger bibe dosyeyeke tawanê û li dadgehê hukim li ser were dayîn, dê tiştekî vegerîne?
Pêwîstiya wan merc û mekanîzmayan bi rênimayan heye."
Ehmed Enwer destnîşan kir ku ew dozan werdigirin û mafê wî kesî jî diparêzin ku dozê tîne lê aliyê yasayî pêwîstî bi derxistina rênimayan heye.
Amadehiya ji bo sererastkirina yasayê
Serokê Desteya Destpakiyê eşkere kir ku ti aliyên hikûmetê li dijî daxuyaniyê nînin ji bo eşkerekirina dosyeyên gendeliyê û li pey çû:
"Tiştê ku heye em dixwazin rênimayên yasayî û fermî ji bo daxuyaniyê derkevin û paşê em li ser kar bikin."
Li Herêma Kurdistanê yasaya hejmar 11 a sala 2021ê (yasaya sererastkirina duyem a yasaya Desteya Destpakiyê ya Herêma Kurdistanê-Îraq hejmar 3 ya sala 2011ê) tê bicihanîn.
Ehmed Enwer anî ziman ku ew amade ne û got:
"Bi destpêkirina civînên Parlamentoya Kurdistanê re, em dixwazin yasaya destpakiyê were sererastkirin ku bi rênima û karan re bigunce."
.webp&w=3840&q=75)


.webp&w=3840&q=75)