Colemêrg (Rûdaw) - Li Deriyê Sînorî yê Bajêrgeyê yê navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ku Bakur û Rojhilatê Kurdistanê bi hev re girê dide, krîza barhilgiran didome.
Ji ber pirsgirêkên teknîk ên li aliyê gumrika Îran û Rojhilatê Kurdistanê, dora barhilgir û otomobîlan 12 kîlometreyan dirêj bûye.
Bi sedan şofêr 5 roj in di bin kelekela germa havînê de li bendê ne ku derbasî aliyê din bibin.
Şofêrê barhilgirekê Ferhat Bekşey li ser mijarê axivî û got:
"Ez 17 sal in şofêrtiya barhilgiran dikim lê ez rastî rewşeke wiha nehatime.
Ev 5 roj in ez li ber deriyê gumrikê di dorê de me. Kes guh nade gilî û daxwazên me.
Dema em dibêjin jî dibêjin pergal nîne.
Li deriyên din ên sînorî tiştekî wiha nîne. Ez çûme Ermenistanê jî li wir rewşeke wiha nîne.”
Şofêr ji ber nebûna serşok, destşok û navendên bêhnvedanê yên li ser vê rêya navneteweyî rûbirûyî gelek zehmetiyan dibin û nikarin pêwîstiyên xwe yên sereke dabîn bikin.
Bi taybetî germa havînê jî bandoreke neyînî li wan dike û ew li bendê ne ku pirsgirêka gumrikê di demeke kurt de çareser bibe da ku ji vê rewşê rizgar bibin.
"Ev 5 roj in em li vê derê ne"
Şofêrê barhilgireke din Sohrab Sorabî jî anî ziman:
“Tiwalet û serşok nînin. Av jî biha ye û em neçar in bi pereyan bikirin û em wiha mane.
Ev 4-5 roj in em li vê derê ne û dora barhilgiran jî gelekî dirêj e."
Li gorî amarên Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê, sala borî bi giştî 60 hezar û 387 wesayît bi rêya Deriyê Sînorî yê Bajêrgeyê çûne û hatine ku 49 hezar û 29 ji wan tenê barhilgir bûne.
Şofêrên barhilgiran dibêjin ku ev qerebalixî û dora barhilgiran a li ber vî derî êdî veguheriye pirsgirêkeke kronîk.
Ew bangî berpirsên her du aliyan dikin ku çareseriyeke mayînde ji bo vê pirsgirêkê bibînin.


.webp&w=3840&q=75)