Hewlêr (Rûdaw) - Rengê Parlamentoya Sûriyeyê hema bêje diyar bûye.
Di parlamentoya nû de tenê 11 parlamenterên Kurd cih digirin lê ti kursiyek ji Kurdên Êzidî re nehat veqetandin.
Komîteya Bilind a Hilbijartinan a Encumena Gel, navên endamên parlamentoyê bi fermî ragihandin.
Hejmara giştî ya kursiyên Parlamentoya Sûriyeyê 210 e lê heta niha 207 kursî diyar bûne
Ji ber ku li Siwêdayê hilbijartin nehatin temamkirin, 3 kursiyên vê parêzgehê heta niha vala mane.
Di lîsteya Serokkomar de tenê 2 Kurd hene
Ji van kursiyên diyarbûyî 137 bi rêya hilbijartinan hatin diyarkirin.
Her wiha 70 kursî jî ji aliyê Serokkomarê Sûriyeyê ve hatin destnîşankirin.
Di nav vê lîsteya 70 kesî de tenê navên 2 Kurdan hene. Ew jî Ebdulhekîm Beşar û Mistefa Ebdî ne.
Kurdên Êzidî hatin paşguhkirin
Di parlamentoya nû ya Sûriyeyê de ti kursiyek ji Kurdên Êzidî re nehat veqetandin.
Birêvebirê Saziya Êzdînayê Elî Îso li ser nebûna nûnertiya Kurdên Êzidî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
Elî Îso diyar kir ku hikûmetên Sûriyeyê bi dehan sal in mafên Kurdên Êzidî nadin wan û got:
"Mixabin ji destpêka avakirina dewletê ve, bêhtirî sed salan e hemû hikûmetên Sûriyeyê û vê hikûmeta demkî jî ti maf nedan Kurdên Êzidî.
Bi kêmanî diviyabû di nav parlamento û hikûmetê de nûnerekî me hebe.
Bi kêmanî em di nav destûrê de ji aliyê qanûnî ve werin parastin lê mixabin ev yek ji aliyê hikûmeta demkî ve li ber çavan nehat girtin."
Pêkhateyên parlamentoyê û hejmara nûneran
Li gorî şopandina Rûdawê, nûnertiya pêkhateyên li Parlamentoya Sûriyeyê bi vî rengî ye:
11 parlamenterên Kurd (6 ji parêzgeha Hesekê, 5 ji parêzgeha Helebê)
12 parlamenterên Tirkmen (6 ji Helebê, 4 ji Himsê, 1 ji Laziqiyê, 1 ji Reqayê)
10 parlamenterên Elewî
6 parlamenterên Xirîstiyan (Ermeniyek, Suryaniyek, 4 Rûmên Ortodoks)
2 parlamenterên Durzî
Nerazîbûnên Elewî û Durziyan
Pêkhateya parlamentoyê di nav pêkhateyên din de jî bû sedema nerazîbûnan.
Siyasetmedarê Elewî Mazin Mihemed ji Rûdawê re eşkere kir ku mekanîzmaya hilbijartinê nûnertiya Elewiyan nake û got:
"Di vê parlamentoyê de nêzîkî 10 kesan ji pêkhateya Elewiyên Sûriyeyê hene. Bi rastî piraniya wan kesayetiyên nenaskirî ne.
Cihê pirsê ye ka ew çi qasî dikarin nûnertiya pêkhateya Elewî bikin û xwedî bandor bin.
Bi giştî, mekanîzmaya hilbijartinê nûnertiya pêkhateya berfireh a Elewiyên Sûriyeyê nake ku li Şam, naverasta welêt û herêmên peravê dijîn."
Nivîskar û rojnamegerê Durzî Fîda Helebî jî ji Rûdawê re daxuyand ku kesayetiyên ji bo Siwêdayê hatine destnîşankirin nûnertiya Durziyan nakin û anî zimên:
"Hilbijartina Leys Belûs wekî nûnerê Siwêdayê bi temamî şaş e.
Leys Belûs bi taybetî piştî komkujiyên 'Tîrmeha Reş', her tim li hemberî xelkê Siwêdayê bû.
Her wiha raporên ewlehiyê jî hene ku dibêjin Leys Belûs di plana anîna komên çekdar a bo Siwêdayê de hevkar bûye.
Wan koman komkujî pêk anîn û bêrêzî li hemberî rûmet, rîspî û xelkê wê derê kir."
Li gorî biryara Komîteya Bilind a Hilbijartinan a Meclisa Gel, parlamento dê 6ê Tîrmeha 2026an, yekemîn civîna xwe li Şama paytext li dar bixe.


.webp&w=3840&q=75)