Amed (Rûdaw) - Li Amedê, di doza xwediyê Cafeya Pîneyê Ramazan Şîmşek de biryar hat eşkere kirin.
Ramazan Şîmşek ji ber ku di cihê karê xwe de tenê bi Kurdî xizmet dida hatibû darizandin.
Dadgeha 5an a Cezayê Giran ê Amedê salek û 3 meh cezayê girtîgehê da Ramazan Şîmşek.
Ramazan Şîmşek beriya niha bi 2 salan biryar dabû ku tenê bi Kurdî xizmetê bide.
Piştî vê biryarê li ser torên civakî bûbû armanc û pişt re hatibû desteserkirin.
Şîmşek 6 mehan di hepsa malê de mabû.
"Armanc cezakirina xizmeta bi Kurdî ye"
Ramazan Şîmşek ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku ev ceza ne hiqûqî ye û anî ziman ku ji destpêkê ve meseleya sereke "xizmeta bi Kurdî" bûye û got:
"Dema ez hatim desteserkirin, ez bi 'endamtiya rêxistinê' hatim tohmetbarkirin.
Pişt re ev tohmet kêm kirin û gotin 'propaganda'.
Di mutalaaya îro de jî dozger mijar anî ser 'sempatîzanbûna rêxistinê'.
Ji aliyê hiqûqî ve ti girêdan peyda nekirin.
Pirtûkên di pirtûkxaneya min de wekî hincet nîşan dan.
Eşkere ye ku armanca sereke cezakirina xizmeta bi Kurdî ye."
Parastina xwe bi Kurdî kir
Şîmşek destnîşan kir ku di her 5 rûniştinên darizandinê de wî ji zimanê dayîkê tawîz nedaye û hemû parastinên xwe yên li dadgehê bi Kurdî kirine.
Wergera parastina wî bi destûra heyeta dadgehê û bi rêya parêzerên ku bi Kurdî dizanin hat kirin.
Ramazan Şîmşek her wiha anî ziman:
"Tiştê ku em dikin di rastiyê de parastina ziman û çandê ye.
Em li dijî yekperestiyê pirzimanî diparêzin.
Zimanê me di qada aborî de nayê bikaranîn, me xwest em ji bo vê bibin mînak.
Karê ku em dikin pîroz e û serê me bilind e."
"Em dê li dijî biryarê derkevin"
Ramazan Şîmşek ragihand ku ew dê li dijî biryara salek û 3 meh cezayê girtîgehê serî li dadgeha herî bilind bidin.
Şîmşek her wiha da zanî ku ew 6 mehên ku di hepsa malê de maye dê ji vî cezayî werin kêmkirin û destnîşan kir ku di her rewşê de ew dê parastina zimanê dayîkê bidomîne û bangî raya giştî ya Kurdan kir:
"Kurdî jiyana me ye, sînorê jiyana me sînorê zimanê me ye.
Mirov bi zimanê dayîkê hebûna xwe nîşan dide.
Piştî vê biryarê em dê bêhtir li zimanê xwe xwedî derkevin.
Divê her Kurd vê êrişê li ser xwe bibîne û bêhtir xwedî li zimanê xwe derkeve."


