Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gemerekê ya parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê, di Çemê Kizilirmakê de keçeke 13 salî mir, yek winda ye û yek jî hat rizgarkirin.
Gulistan Şahîna 19 salî, Gulseren Şahîna 15 salî û Zerda Şahîna 13 salî xwişkên hev in.
Malbata wan wekî karkerên demsalî ji Mereşê çûbû Sêwazê.
Her 3 xwişk ji bo şûştina cilên xwe çûbûn ser Çemê Kizilirmakê.
Ji ber ku pêleke bihêz a avê hat, her 3 keç bi xwe re birin.
Kesên li derdorê bi lez gihîştin cihê bûyerê û Gulistan Şahîna 19 salî ji nav çem rizgar kir û bir nexweşxaneyê lê Zerda û Gulseren Şahîn bi ber avê ketin.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên AFADê û tîmên bin çûn cihê bûyerê.
Tîman piştî demekê Zerda Şahîn bi awayekî mirî ji nav çem derxist.
Xebatên lêgerîna Gulseren Şahînê jî didomin.



