Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê piştî şopandineke teknîkî û fîzîkî ya nêzîkî 4 mehan, li dijî salonên masajê operasyonên hemwext hatin kirin.
Di operasyonan de 6 gumanbar hatin girtin û 9 jinên ku dihat texmînkirin bi zorê fihûş bi wan dihat kirin, hatin rizgarkirin.
Her wiha di çarçoveya lêpirsînê de hat tespîtkirin ku destdirêjiya cinsî li 3 zarokan jî hatiye kirin.
Lêpirsîn bi koordîneya Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê û ji aliyê tîmên Birêvebiriya Ewlehiyê ya Dêrsimê ve dihat kirin.
Di vê çarçoveyê de, 30ê Hezîranê li Dêrsim, Xarpêt, Semsûr, Çewlîg û Meletiyê di heman demê de operasyon hatin kirin.
Di operasyonê de 6 gumanbar hatin desteserkirin û 9 jinên mexdûr ku dihat texmînkirin bi zorê didin xebitandin, hatin rizgarkirin.
Li ser bûyerê, ji bo wergirtina agahiyan îfadeya 13 kesan jî hat wergirtin.
Di lêgerînên li mal û kargehên gumanbaran de polîsan dest danî ser 10 telefonan, laptopek, kaseteke vîdeoyê, 2 flaş, hard dîskek, amûreke pereyan, gelek derman û berhemên seksê û 7 hezar û 360 lîreyên Tirkî.
Hat ragihandin ku piştî nirxandina delîlên teknîkî, îfadeyên şahidan û kar û barên teşhîskirinê, derketiye holê ku li wan kargehan destdirêjiya cinsî li 3 zarokan hatiye kirin.
Li ser bûyerê dest bi pêvajoya hiqûqî hatiye kirin.
Her 6 gumanbarên ku piştî kar û barên ewlehiyê ji bo dadgehê hatibûn şandin, ji aliyê dadgehê ve hatin girtin û ew şandin girtîgehê.
Birêvebiriya Ewlehiyê ya Dêrsimê destnîşan kir ku têkoşîna wan a li dijî bazirganiya mirovan, fihûş, îstismara cinsî ya li zarokan û hemû sûcên ku gefê li aramiya civakê dixwin dê bidome.

.jpg&w=3840&q=75)

