Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk eşkere kir ku reşnivîsa yasaya pêvajoyê berî ku pêşkêşî Parlamentoyê were kirin, dê bi Abdullah Ocalan re were parvekirin.
Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê "Komxebata Atolyeya Aştî û Diyalogê" hat lidarxistin.
Ahmet Turkê ku beşdarî komxebatê bû, li wê derê axaftinek kir û pêvajoya nû ya çareseriyê nirxand.
"Êdî siyaseteke bêyî Kurdan nayê meşandin"
Ahmet Turk diyar kir ku ji niha û pê ve "siyaseteke bêyî Kurdan" nayê meşandin û wiha pê de çû:
"Pêdivî ye ku gelê me yekitiya xwe ava bike. Yekitî li ser bingeha biratiyê ava dibe.
Îro em dikarin bi xwedîderketina li nasname û siyaseta xwe ya demokratîk, bertekeke xurt nîşan bidin.
Eger dengê me ji sedî 15-20an derbas bike, ti kes nikare Kurdan li derveyî siyasetê bihêle."
Turk her wiha bal kişand ser giringiya vê heyamê û got:
"Siyaseteke bêyî Kurdan nayê meşandin. Pêdivî ye ku gelê me bi vê hişmendiyê tevbigere.
Di dîrokê de di sed salan de carekê derfetên wisa derdikevin pêşiya me. Îro em di nav wê derfetê de ne.
Ji bo ku em vê derfetê bigihînin aştî, paşerojeke demokratîk û azadiyê, berpirsyariyên mezin dikevin ser milê me hemûyan.
Yekitî û bihevrebûn ji bo me erkekî neçar e. Di pêşerojê de siyasetmedaran bi dayîna berdêlên mezin gelek tişt bi dest xistin.
Îro jî gelê me rêxistinkirî ye. Ez bawer im ku gelê me dê bi siyaseta demokratîk hemû pirsgirêkan çareser bike."
"Reşnivîs dê pêşî bi Ocalan re were parvekirin"
Ahmet Turk destnîşan kir ku di çarçoveya pêvajoyê de pêşniyaryasayek tê amadekirin û ev reşnivîs dê pêşî pêşkêşî Ocalan were kirin û wiha pê de çû:
"Em bi sebir dişopînin. reşnivîsek tê amadekirin. Dan û standin li ser vê reşnivîsê didomin.
Em dizanin berî ku were rojeva Parlamentoyê, dê bi birêz Ocalan re jî were parvekirin.
Gelekî girîng e ku ev taslak bi awayekî berfireh û ji bo aştiyeke mayînde bi dawî bibe."
Ahmet Turk di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser piştgiriya civakî û got:
"Lê divê em vê yekê baş bizanibin ku aştî bi piştgiriya civakî hîn xurttir dibe.
Ji bo vê yekê jî di vê pêvajoyê de çi AK Partiyî be, çi CHPyî be, çi MHPyî be... Partiya wan çi dibe bila bibe, divê her kes tevlî vê pêvajoyê bibe.
Ji bo aştiyeke mayînde û azadîxwaz, divê her kes berpirsyariyê hilde ser milê xwe."

.jpg&w=3840&q=75)

