Hewlêr (Rûdaw) - Baskê leşkerî yê Partiya Jiyana Azad (PJAK), Yekîneyên Parastina Rojhilat (YRK) nasnameya 4 endamên xwe eşkere kir ku di şerê 28ê Hezîranê yê li Mehabadê yê li gel artêşa Îranê de canê xwe ji dest da.
Yekîneyên Parastina Rojhilat (YRK) li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya YRKyê de hat diyarkirin ku rejîma Îranê zextên xwe yên li ser gel zêde kirine û êrişa li Mehabadê jî beşeke ji vê pêvajoyê ye.
YRKyê got, "Rejîma Îranê tenê êrişî hêzên me nake. Ew di heman demê de zextên li ser gel jî zêde dike.
Rejîm bi van êrişan dixwaze şikestina xwe veşêre û xwe serkeftî nîşan bide."
YRKyê sersaxî xwest
Di dawiya daxuyaniyê de YRKyê û Hêzên Parastina Jinan (HPJyê) sersaxî da malbatên wan endamên xwe yên ku canê xwe ji dest daye û wiha hat gotin:
"Wekî tevgera azadiyê, me ti carî xwîna hevalên xwe li erdê nehiştiye.
Ev bûyer dê di cihê xwe de were nirxandin û dê hesab ji êrişkaran were pirsîn."
YRKyê diyar kir ku ew endamên wan ên ku di êrişa Mehabadê de canê xwe ji dest daye, "heta kêliya dawî li ber xwe da" û wiha pê de çû:
"Her çar hevalên me heta dilopa dawî ya xwîna xwe bi lehengiyeke mezin û wêrekiyeke bêtirs şer kir."
Nasnameya 4 gerîlayan hat eşkerekirin
Zarîn Akbaşa bi nasnavê Arjîn Garzan ku hat ragihandin fermandara komê bû, sala 1995an li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê ji dayîk bû.
Akbaş 2013an tev li rêxistinê bû û li herêmên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê xebitî.
Ew herî dawî di nava YRKyê de di asta fermandariyê de dixebitî.
Perestû Sefayî Pura bi nasnavê Cîhan Sîrwan, sala 2000î li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bû.
Li gorî daxuyaniya YRKyê, ew 2019an tev li rêxistinê bû û di nava xebatên jinan de di gelek qadan de xebitî.
Resûl Yêganeyê bi nasnavê Şahan Gabar li bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bû.
Li gorî daxuyaniya YRKyê, ew sala 2025an tev li rêxistinê bû.
Halîl Çîçek yê bi nasnavê Bawer Cûdî, 1992yan li bajarê Mûşê ji dayîk bû.
Li gorî daxuyaniya YRKyê, ew 2019an ji Almanyayê tev li rêxistinê bû.
Hat ragihandin ku ew di gelek erkên leşkerî de xebitiye û ji 2023yan ve li herêma Rojhilatê Kurdistanê bû.

.webp&w=3840&q=75)

