Hewlêr (Rûdaw) - Çalakvanê Kurd Mistefa Şêxo piştî nêzîkî 15 salan ji koçberiyê, vegeriya gundê xwe yê li Efrînê.
Mistefa Şêxo hestên xwe yên piştî vegerê bi Rûdawê re parve kirin û diyar kir ku ew pir dilxweş e, lê dîtina wêrankariya li bajêr ew dilgiran kiriye.
Mistefa Şêxo çalakvanekî Kurd ê ji Efrînê ye ku piştî 15 salên dûrbûn û koçberiyê, careke din lingê xwe danî ser axa xwe.
Mistefa Şêxo beşdarî bultena Rojava yaRûdawê bû û behsa wan rojên koçberiyê û kêliyên vegerê kir.
'Min xwe wekî ku ji nû ve ji dayîk bûbim hîs kir'
Şêxo li ser wan rojên berî vegerê wiha got, “Di nava wan salên dirêj de, rojên min bi hesret û bîranînên gundê min derbas dibûn.
Evîna ji bo xaka bav û kalên me, ti carî ji dilê me derneket. Piştî van salan, gava ez careke din vegeriyam Efrînê, min xwe wekî ku ez ji nû ve ji dayîk bûbim hîs kir.”
Şahî û xemgînî bi hev re ne
Gava Şêxo qala herêma Efrînê û guhertinên ku di vê demê de çêbûne kir, wî destnîşan kir ku ew şahî û xemgîniyê bi hev re dijî û wiha pê de çû:
“Di destpêkê de ku ez gihîştim gundê xwe û min mal û baxçeyê xwe dîtin, dilê min bi şahiyekê tijî bû ku bi ti gotinan nayê ziman.
Lê piştî ku ez li Efrînê geriyam û min xirabiya malan û wêrankirina ku hatiye serê bajêr dît, dilê min bi êşekê parçe bû.
Ev êşeke gelekî mezin bû ku mirov nikare tehemul bike.”
Şêxo diyar kir ku wî nedixwest gundê xwe û malên xelkê xwe bi wî awayî bibîne.
Li gel wê yekê wî anî ziman ku veger her tim hêviyek e ji bo nûkirina jiyanê û berdewamiya jiyana li ser wê axê ye.
Bangî Kurdên koçber kir ku vegerin
Mistefa Şêxo di dawiya hevpeyvîna xwe de, bangî hemû welatiyên Kurd ên koçber kir ku vegerin mal û milkên xwe û wiha domand:
“Efrîn dilê me ye, axa me ye û milkê me ye. Eger em venegerin, ev ax dê ji destê me biçe û wê xelkekî din li ser rûne.
Divê em dîrok û nasnameya xwe biparêzin û em ji bo xwedîderketina li xaka xwe dest bidin hev.”
Ev bangawaziya Şêxo di demeke wisa de tê ku gelek malbatên Kurd ji ber şert û mercên zehmet ên piştî şerê li Efrînê nikarin vegerin, an jî dema vedigerin rastî astengiyan tên.
Tevî hemû zehmetiyan jî, hin malbat wekî Mistefa Şêxo biryara vegerê didin da ku li warên xwe yên resen bijîn.
.webp&w=3840&q=75)

