Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê kotaya Kurdên Êzidî yê Parlamentoya Îraqê Xalid Seydo piştgirî da operasyona girtina gendelan ku ji aliyê Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ve dest pê kiriye û daxwaz kir ku ev operasyon navçeya Şingalê jî li xwe bigire.
Seydo eşkere kir ku gelek kes hene ku 2014an ti mal û milkê wan tune bû, lê niha bi awayekî neasayî dewlemend bûne û bûne xwediyê serwet, saman û projeyên mezin.
"Divabû ev biryar pir zûtir bihata dayîn"
Xalid Seydo di daxuyaniyeke xwe Rûdawê de, biryara Serokwezîrê Îraqê ya li dijî rûbirûbûna gendeliyê pîroz kir û got:
"Ev biryarek bû ku divabû pir zûtir bihata dayîn.
Her çend e ku li Şingalê heta niha ti biryara fermî ji bo girtina ti kesî negihîştiye, lê dengoyên bihêz hene ku dê lêpirsîn çend kesên li wê navçeyê jî li xwe bigire."
Ew parlamenter tekez dike ku xelkê Şingalê li benda vê gavê bûn, çimkî 12 sal in Şingal mîna roja 3yê Tebaxa 2014an wêran e û nehatiye avakirin:
Seydo wiha pê de çû, "Bêguman gendelî di projeyên li Şingalê de heye.
Pêwîst e ew kes werin girtin, çimkî wan navûdengê Îraqê, xelkê Nînowayê û Şingalê reş kiriye. Êdî gendelî nayê qebûlkirin."
Xalid Seydo sedema neavakirina Şingalê bi hebûna gendeliya birêxistinbûyî ya li parêzgeha Nînowayê ve girêda.
Seydo piştgiriya xwe ji bo biryarên dadgeha Îraqê ducare kir da ku ev pêvajo bigihe encamên herî baş.
Ji sedî 60î xelkê navçeyê hîn jî koçber in
Navçeya Şingalê piştî ku di sala 2014an de rastî êrişên DAIŞê hat, zerereke pir mezin dît.
Bi awayekî ku ji sedî 85ê navenda bajêr û ji sedî 75ê derdora wê wêran bûn.
Piştî 10 salan navçe hîn jî mîna xwe maye.
Ji ber nebûna xizmetguzariyan, nêzîkî ji sedî 60î xelkê navçeyê hîn jî koçber in û di nav şert û mercên pir giran ên jiyanê de ne.
.webp&w=3840&q=75)


