Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Giştî ya Gumrikên Îraqê ragihand ku li Balafirgeha Navneteweyî ya Kerkûkê kesekî ku xwestiye 226 hezar dolaran derxe derveyî welat hatiye girtin.
Birêvebiriya Giştî ya Gumrikên Îraqê diyar kir ku di dema pişkinîna geştiyaran a li hola birêkirinê ya Balafirgeha Kerkûkê de, wan dest bi ser 226 hezar dolarên Amerîkayî de girtiye ku di çenteyê welatiyekî de bûne.
Dixwest pereyan bibe Enqereyê
Birêvebira Gumrika Balafirgeha Kerkûkê Şîrîn Ezîzê ji Rûdawê re got:
"Geştiyar dixwest ber bi enqereyê ve geştê bike. Di dema derbaskirina ji X-Rayê de, eşkere bû ku di nav çanteyê wî de pereyekî zêde heye.
Karmendê gumrikê jê pirsî 'çi qas pere li bal te heye?' û wî jî got 'defterek e' (10 hezar dolar). Lê piştî pişkinînê eşkere bû ku rêjeya pere pir zêde ye."
Li gorî Birêvebiriya Giştî ya Gumrikên Îraqê, ev rêjeya pereyî wekî "binpêkirina rênimayên Banka Navendî ya Îraqê" hatiye hesibandin.
Ji ber vê yekê dest bi ser pereyan de hat girtin û derbarê wî kesî de jî dest bi kar û barên yasayî kirin.
Sînorê birina pere 10 hezar dolar e
Li gorî daxuyaniya Birêvebira Gumrika Balafirgeha Kerkûkê, geştiyar dikarin herî zêde heta 10 hezar dolarên Amerîkayî li gel xwe bibin derveyî welêt.
Birêvebiriya Gumrikên Îraqê her wiha destnîşan kir ku ev operasyon di bin çavdêriya rasterast a kargeriya binkeya gumrika balafirgehê de û bi amadebûna aliyên pêwirdar bi rê ve çûye.



