Hewlêr (Rûdaw) - Soma Rehîmiya keça kolberê 57 salî Wezîr Rehîmiyê ku ji aliyê hêzên sînorî yên Îranê ve li nêzîkî navçeya Newisûda Kirmaşanê hat kuştin vîdeoyek belav kir.
Soma Rehîmî diyar kir ku bavê wê bi neheqî hatiye kuştin û got, “Ez dixwazim ne tenê dengê bavê xwe, bibim dengê hemû kolberên ku di nav bêdengiyê de tên kuştin.”
Vîdeoya Somayê ya ku li ser torên civakî hat belavkirin, ducare bala milet kişand ser mirina kolberên li Rojhilatê Kurdistanê.
"Bavê min ji destê min girtin"
Soma Rehîmî roja piştî mirina bavê xwe axivî û behsa êşa xwe kir:
“Ez di şînê de me. Ez keça herî biçûk a wî zilamê 57 salî me. Dilê hêzên sînorî pê neşewitî û ew li Newisûdê kuştin.
Ez êdî ew keça bê bav im. Di jiyanê de tenê pişta min bavê min bû, we ew ji destê min girt.”
Somayê destnîşan kir ku bavê wê bê çek bû û ti bar li ser milê wî tunebû. Wê anî zimên ku hêzên sînorî rasterast gule berdanê û li pey çû:
“Birînên wî ew qasî giran bûn ku li cihê bûyerê mir. Bavê min mirovekî gelekî baş bû. Zerer nedabû mîroyekê jî. We ew rasterast gulebaran kir û kuşt.”
"Min bavê xwe bi destên xwe veşart"
Wezîr Rehîmî bavê pênc zarokan bû. Soma di axaftina xwe de gelekî xemgîn bû û wê got:
“Min tenê teseliya xwe ya di jiyanê de winda kir. Min hîn doh bavê xwe bi destên xwe veşart û ew bi oxir kir.”
Somayê diyar kir ku tenê 10 roj ji bo roja jidayîkbûna wê mabûn û got:
“Ez dê biketama 25 saliya xwe. Min xwest ez roja jidayîkbûna xwe bi bavê xwe re pîroz bikim lê we destûr neda. We em bê bav hiştin.”
Rehîmî xwest ku vîdeoya wê bigihe gelek kesan û ev bang kir:
“Ez dixwazim ne tenê dengê bavê xwe, bibim dengê hemû kolberên ku di nav bêdengiyê de tên kuştin û kes li ser wan napeyive.
Ez dixwazim ev vîdeo belav bibe da ku her kes zanibe bavê min bi neheqî hatiye kuştin.”
Têkoşîna jiyanê ya kolberan
Kolber li ser “xeta sînorî” ya di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de ku herêmeke çiyayî û leşkerî ye, kel û pelên wekî qumaş, ça, qehwe û perçeyên otomobîlan li ser pişta xwe vediguhêzin û debara xwe dikin.
Ji ber zêdebûna krîza aborî û bêkariya li Rojhilatê Kurdistanê, di salên dawî de gelek kes berê xwe didin vî karê xeternak.
Kolber di bin şert û mercên giran ên hewayê û destwerdana (midaxele) hêzên ewlehiyê de dixebitin.
Saziya mafên mirovan Kurdpa û Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) ya li Fransayê ragihand ku Wezîr Rehîmî roja înê berê sibehê li herêma sînorî ya Şuşmiyê ya Newisûdê ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye kuştin.
KHRNê diyar kir ku hêzên sînorî bêyî ti hişyariyê ji nêz ve gule berdane Rehîmî û ew li cihê bûyerê miriye.
Amarên sala 2025an
Li gorî amarên KHRNê, ji destpêka sala 2025an û vir ve li ser sînorê Îran û Herêma Kurdistanê herî kêm 19 kolber mirine.
15 ji wan ji ber guleyên rasterast a hêzên leşkerî yên Îranê mirine. Çar kesên din jî ji ber sermayê, krîza dil, qezaya trafîkê û aşûtê mirine.
Di heman demê de herî kêm 21 kolber jî birîndar bûne.
Hat destnîşankirin ku 20 ji van ji ber guleyên hêzên ewlehiyê yên Îranê yan jî tundiya fîzîkî birîndar bûne.



