Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê bi navê Gurkan Turkogluyê ku li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlehiya Bilind a Antalya Doşemealtiyê li dijî girtîgehên "cureyê bîrê" dest bi greva birçîbûnê kiribû û mir, dê li bajarê xwe Erzinganê were veşartin.
Piştî ku kar û barên otopsiyê li Saziya Tiba Dadî ya Antalyayê bi dawî bûn, malbata wî dê termê wî wergire û bibe Erzinganê.
Ji bo Turkoglu roja sêşemê saet 16:30î li cemxaneyê merasîmek tê lidarxistin.
Piştî merasîmê dê termê Turkoglu li goristana malbatê were veşartin.
Gurkan Turkoglu piştî roja 250î ya greva birçîbûnê dema ku rewşa wî ya tenduristiyê giran bû, 10ê Nîsanê rakiribûn Nexweşxaneya Bajêr a Antalyayê.
Turkoglu 20ê Nîsanê biribûn beşa lênêrîna taybet û ji 30ê Nîsanê ve bi amûrên nefesê ve girêdayî bû.
Gurkan Turkoglu doh piştî têkoşîna 3 mehan a li nexweşxaneyê mir.
Mirina Turkoglu rewşa girtîgehên ewlehiya bilind ên li Tirkiyeyê ducare anî rojevê.



